Amerîka: “Em ê fuzeyên hîpersonîk li Awrûpayê bicîhbikin”

Amerîka: “Em ê fuzeyên hîpersonîk li Awrûpayê bicîhbikin”

.

A+A-

Nûnerê asayîşa Koşka Sipî yê Amerîkayê Robert O’Brien, li ser fuzeyên nû yên ku li Amerîkayê pêşdebirine ragihand ku bi sedema ku Rûsyayê ji hewlenên wê bidin dûrkirin, dê fuzeyên hîpersonîk yên menzîlnavçe û menzîlkurt li Awrûpayê bicîhbikin.

Nûnerê ewlekariya Koşka Sipî Robert O’Brien li Amerîkayê li Enstîtuya Hudsonê axifî û weha got:

“Em ji peymana hêzên menzîlnavçe yên nukleerî(INF) derketin û sîstemên sîlihên hîpersonîk û balîstîk bipêşdixin. Bo Rûsyayê ji kiryarên wê dûrbixin, eger pêwsit be, ji van sîlihan bicîhbikin.”

O’Brien li ser dirêjkirina îhtîmala wextê peymana kêmkirina sîlihên êrîşê yên stratejîk (START-3) rawestiya û weha got:

“ Ez difikirim ku gelek nêzî lihevkirinê ne. Em ê li ser versiyona prosedura rastkirina mekanîzmeyekî bo salekî bixebitin. Lê em pirsgirêkên rastkirinê çareser bikin, em dikarin derbasî peymanê bibin. Ex difikirim ku ev, li gor berjewendiyên me ne.”

Robert O’Brien, teklîfên Amerîkayê bo rêvebirên Rûsyayê yên li Cenevreyê şandine û weha dawî  li gotinên xwe anî:

“Wê babet di nav 2 rojan an 2 hefteyan de rohnî bibe.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin