Amerîka: Em dê komkujiya Ermeniyan wek 'jenosîd' nas bikin

Amerîka: Em dê komkujiya Ermeniyan wek 'jenosîd' nas bikin

.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand; pêşbînî dikin ku sibe 24ê Nîsanê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi fermî Jenosîda Ermenan nas bike.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Jalina Porter di civîneke çapemeniyê de eşkere kir: “Em dikarin sibe pêşbîniya wê yekê bikin ku Jenosîda Ermenan bi fermî ragihînin.”

Sibe salvegera komkujiya ermenan e ku di sala 1915an de rûda. Ermen, dewleta Osmanî bi komkujiyê tohmetbar dikin, Tirkiye jî vê yekê red dike.

Di bûyerên sala 1915an de milyonek ermen hatin kuştin, Tirkiye wan bûyeran weke jenosîd nabîne û dibêje ku di çarçoveya berevaniya asayîşa niştimanî de bû.

Heta niha nêzîkî 30 welatan kuştina milyonek ermenan weke jenosîd nas kirine. Daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê di demeke wisa de ye ku îşev Serokê Amerîkayê Joe Biden pêwendiyeke telefonî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re encam da û “pêşvebirina pêwendiyên herdu aliyan” gotûbêj kirin.

Joe Biden û Erdogan lihev kirine, ku di Lûtkeya NATOyê de, ku biryare di Hizêrana bê de were li darxistin, civîneke dualî encam bidin, ew jî ji bo gotûbêjkirina babetên herêmî û pirsgirêkên di navbera herdû welatan de ye.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin