Amerîka dorpêçên nû danî ser rêvebiriya Sûriyê

Amerîka dorpêçên nû danî ser rêvebiriya Sûriyê

.

A+A-

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser dorpêça bo ser rejîma Beşer Esed agahiyan da û got ku Amerîka hinek ji parlementerên Sûriyê, rêvebirên leşkerî, şîrket û destekvanên fînansê xistine lîsteya reş. Pompeo di ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî de weha ragihand:

"Îro Amerîka ew kes û şîrketên ku destekê didin zalimê Beşer Esed ku li hemberê xelkê xwe şer dike, ji wan 19 şîrket, parlementerên Sûriyê, rêvebirên leşkerî, fînansor û destekvanên fînansê xistiye lîteya reş. Di asta welat de agirbes di nav de, biryara Neteweyên Yekgirtî jimare 2254 tenha rê li pêşiya wan maye.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin