Amerîka Dijî Îranê Toleyên Nû Radigihîne

Amerîka Dijî Îranê Toleyên Nû Radigihîne

.

A+A-

Amerîka berî dewra Serok Donald Trump bi dawî bibe roja Sêşemê kompanîyeke Çînî ya kelûmelên polayan, 12 hilberînerên metal û polayan yên Îranî û sê acenteyên firotanê yên li derve yên kompanîyeke Îranê xistin lîsteya reş.

Wezareta Xezîne ya Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand ku kompanîya Çînê ya bi navê KFCC, ku di çêkirina kelûmelên karbonan de pêşketî ye, di navbera Berfanbara 2019’an û Hezîrana 2020’an de kelûmel dane kompanîyên polayan yên Îranî.

Di nav 12 kompanîyên Îranî de Pasargad Steel Compex û Gilan Steel Complex Co hene ku her du bi biryarnameya 13871 ketibûn nav kompanîyên Îranê yên bo pola kar dikin.

Kompanîyên din yên ketine lîsteya reş MIDHCO, Khazar Steel Co, Vian Steel Complex, South Rouhina Steel Complex, Yazd Industrial Constructional Steel Rolling Mill, West Alborz Steel Complex, Esfarayen Industrial Complex, Bonab Steel Industry Complex, Sirjan Iranian Steel and Zarand Iranian Steel Co ne.

Li gor daxuyanîya Wezareta Xezîna ya Amerîka, GMI Projects Hamburg GmbH ya navenda wê Almanya ye, World Mining Industy Co Ltd ya navenda wê li Çînê ye û GMI Projects Ltd ya navenda wê li Brîtanya ye, jiber ku MIDCHO wan birêve dibe yan xwedîya wan e hatine nîşan dan.

Wezîrê Xezîne Steven Mnuchin got ‘’Rêvebirîya Trump gava Îran sponsorîya komên terorîst bike, piştgirîyê bide rejîmên zordest û lêgerînên bo çekên kuştina girseyî bidomîne, bi biryar e ku rê li ber qezencên wê bigire’’

Dewra Serok Donald Trump di 20’ê Çileyê de bi dawî dibe û li şûna wî serokê hilbijartî Joe Biden yê Demokrat dest bi kar dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin