Amerîka: Digel Tirkiyê bo herêma aram danûstandin hene

Amerîka: Digel Tirkiyê bo herêma aram danûstandin hene

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Robert Palladino got: “Di derbarê Sûriyeyê de, bi Tirkiyê re danûstendinên me bi şêweyeke çalak didomin.”

A+A-

Palladino, ragihand ku ew di derbarê vekişîna leşkerî ya ji Sûriyeyê bi biryar in û li ser babeta ‘Herêma Aram’ jî ew ligel Tirkiyeyê danûstendinên xwe bi şêweyeke çalak didomînin.

 

Palladino anî ziman ku her çend ew li ser vekişîna leşkerî ya ji Sûriyeyê bi biryar bin jî, wan ji bo vekişînê dîrokekê destnîşan nekirine û domand: “Vekişîna leşkerî ya Amerîkayê guherîneke taktîkî ye. Di armanca me ya sereke de (Tekoşîne bi DAIŞê re) ti guherînekî tune ye.”

 

Li ser pirsa rojnamevanan a, gelo plansaziya pêkanîna ‘Herêma Aram’  di çi astê de ye, Robert Palladino ragihand: “Di derbarê geşedanên li Sûriyeyê de hevdîtinên Amerîka û Tirkiyeyê bi şêweyekî çalak didomin. Ev hevdîtin jî perçeyek ji çarçoveya plansaziya bi şêweyekî ewle vekişîna leşkerên Amerîkî û sazkirina aramiya bakur-rojhilatê Sûriyeyê ye.”

 

Palladino, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew peroşiyên Tirkiyeyê yên li ser herêmê baş têdigihîjin û girîng dinirxînin û got: “Hevdîtin bi hemahengî didomin. Di derbarê van hevdîtinan de ez nikarim hûrgiliyan bi we re parve bikim lê belê hevdîtin didomin.”

 

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser mijara tawanbarkirina Waşingtonê ji aliyê Moskow û Şamê ve yên wek ‘Amerîka dixwaze Sûriyeyê dabeş bike’ jî destnîşan kir, planeke wan a dabeşkirina Sûriyeyê tune ye û ew piştgiriya parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin