Amerîka di navbera Tirk û Kurdan de herêmeke tampon ava dike

Amerîka di navbera Tirk û Kurdan de herêmeke tampon ava dike

Senatorekî Amerîkî aşkere dike: “Amerîka vekişîna xwe ya ji Suriyê dereng dixe û Amerîka dê di navbera Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê de herêmek tampon ava bike.”

A+A-

Senatorê Amerîkî yê Komariyan Lindsey Graham digel Serokê Amerîkayê Donald Trump kom bû. Piştî civînê ji Graham ji rojnamevanan re ragihand, Di civînê de vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyê hate axaftin. Serok Trump pêdeçûneke nû li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê dike. Vekişîna ji Sûriyê dê dereng bixe.”

Graham diyar kir, Trump dema serdana leşkerên Amerîkî li Iraqê kiriye, fermandaran jê re gotine ku DAIŞ bi temamî bidawî nebûye.

Graham ê ku rexne li Serokê Amerîka digirt, li Twittera xwe jî nivîsî: “Serok Trump hin tişt ji min re gotin, min berê li ser Sûriyê nizanîbû, vê carê ez dilniya me ku dizanin li Sûriyê bi kîjan arasteyê ve diçin.”

Senatorê Amerîkî yê Komariyan Lindsey Graham got jî: “Her vekişîneke ji Sûriyê divê DAIŞê bi temamî hatibe jinavbirin, nabe Îran cihê vala dagire û divê Kurd bêne parastin.”

Herwiha got: “Trump naxwaze di navbera YPG û Tirkiyeyê de şer rû bide. Ji bo vê jî Trump dê ji bo avakirina herêmeke tampon a di navbera Tirkiye û Amerîkayê de gerentî bide Tirkiyeyê.”

Got jî, Ew naxwazin di navbera Kurd û Tirkan de şer rû bide. Şerê Kurd û Tirkan dê fişara li ser DAIŞê kêm bike û Îran sûd ji vê yekê werbigre.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin