Amerîka Dest bi Belavkirina Vaksîna Vîrusa Korona Dike

Amerîka Dest bi Belavkirina Vaksîna Vîrusa Korona Dike

.

A+A-

Weke hatî plankirin vaksina li dij vîrusa korona ya ku nû ji aliyê kompanya Pfizer ve hatî afirandin ji bingeha wê li Kalamazoo, ya eyaleta Michigan, dê bihê veguhastin bi rê keve û di pileya herî sar ya pêwîst de bi maşînan roja Yekşemê bigehînin firokxanan da ku bi rêya geştên esmanî bigehînin hemû navendên belavkirinê li seranserî Amerîka.

Dibe ku serê sibeya Duşemê dest bi derzîdana vaksînê bihê kirin di wî çaxî de ku asta belvbûna COVID-19 gelek bilinde û li gorî navneda lêkolînên vîrusa korona ya zanîngeha John Hopkins, li Amerîka hejmara miriyên vîrusa korona nêzî 300,000 miriyan dibe.

Berpirsê Bernama Pêşxistina Vaksînê ya Rêveberiya Trump generalê leşkerî Gustave Perna di daxuyaniyeke rojnamegerî de Şemiyê gotbû, kompenî dê destpêkê vaksînê li nêzî 150 navendan belav bikin li Amerîka û heta Çarşemê dê saziyên belavkirina derziyan bigihîje 450 yan.

Saziya Xwarin û Dermanan ya Amerîka roja Înê destûra belav kirina vaksînê dabû, ya ku ji aliyê kompaniya Amerîkî Pfizer û Hevpara wê ya Almanî BioNTech ve hatî pêşxistin ku divê di pileya germê ya gelek daketî be, ku li gor pileya sedî ya 70 pile li jêr sifrê be û karîgeriya wê ya li dij Covid-19 di qonaxên dawî de 95% ê ye.

Pêşî dê vaksîn li ser karmendên tendirustî yên li xeta pêşîn kar dikin û kesên kal yên rewşa wan xerab be, ku 2.9 mîlyon dane li ser wan ên belav kirin û jibo her kesî 2 derzî pêwîstin û di di qonaxên cûda de, dê ên vaksîn kirin.

Rêveberê sereke yê kompaniya BioNTech Ugur Şahîn gotiye"Vaksîn dê jiyana hemû kesan li seranserî Amerîka rizgar bike û dikarin zû vegerin jiyana xwe ya asayî."

Amerîka hewil dide di hefteyên bihên de bi şêweke berfiheh û lezgîn vakîsnê belav bike bi taybet piştî li van nêzîkan destûrîya vaksîna kompaniya Modern a jî tê wergirtin.

Desteya Şêwirandinyê ji Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka Şemiyê civîn pêkanî bû biryar dabû ku vaksîn bi şêweke berfireh bihê belav kirin û bo kesên ji 16 saliyê mezintir bihê danîn.

Paşî dê biryar bihê dan kanê kengî jinên du giyanî û welatiyên li jêr jiyê 16 salîyê dane dikarin vaksînê werbigirin.

Ev herdu sinfên mirovan ji têstkirina vaksînê hatine dûr xistin heta ku piştrast dibin kanê vaksîn jibo kesên li ser xwe û ji 16 saliyê mezintirn çend ewleye, paşan bo kesên bêhêztir were danîn.

Şarezayê herî navdar yê nexweşiyên vegir li Amerîka Dr. Anthony Fauci roja Pêncşemê gotbû, rêkxer û afrênerên dermana dê meha Yek têstên serkeftina vaksînê bo jinên du giyanî û xortan, bidin destpê kirin.

Destpêka vê mehê pêşî li Brîtaniya destûrîya danîn vaksîna Pfizer hat erê kirin, ji roja Sêşemê li Brîtanya dest bi derzî danîna vaksînê hatiye kirin, herwiha Canad (Keneda) jî destûrî daye û tê çaverê kirin ku di rojên bihên de dê destpê bikin.

Herwiha Bahreyn, Meksîk û Erebistana Saûdî jî destûrî bo belav kirina vaksîna Pfizer dane û ew erê kirîye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin