Amerîka dê rê bide kompaniyên biyanî li Rojavayê Kurdistanê bixebitin

Amerîka dê rê bide kompaniyên biyanî li Rojavayê Kurdistanê bixebitin

.

A+A-

Amerîka dê destûrê bide ku kompanyayên biyanî veberhênanan li Rojavayê Kurdistanê, li herêmên derveyî kontrola Hikûmeta Sûriyê bikin û dê wan ji cezayan cuda bigire.

Îro Pêncşemê di civîna Hevpeymana Cîhanî ya dijî DAIŞê de li Marakeş a Fasê, Musteşara Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Siyasî Victoria Nuland diyar kir ku Washington dê destûrnameyeke giştî bide kompanyayên ku dê veberhênanan li Rojavayê Kurdistanê bike û wan ji cezayên Amerîkayê cuda bigire.

Victoria Nuland got, "Amerîka bi niyaz e ku di çend rojên pêş de destûrnameyeke giştî bide ji bo hêsankirina çalakiyên veberhênanên aborî yên taybet li deverên ne din konrtala Hikûmeta Sûriyê yên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin."

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku ji aliyê Kurdan ve hatiye avakirin, demeke dirêj e li Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya Amerîkayê li dijî DAIŞê şer dike û hin herêmên ku rêveberiya Şamê îdîa kiribû ku divê radestî wan bên kirin, ji nû ve bi dest xist.

"Neft dê ne di nav de be"

Dîplomatekî ku ev mijar bi berfirehî bi rayedarên Amerîkî re gotûbêj kir, diyar kir ku destûr dê ji bo çandinî û xebatên avakirinê derbas bibe, dê neft ne di nav de be.

Dîplomat destnîşan kir ku Tirkiye li dijî vê destûrnameyê dernakeve ji ber ku ew veberhênanên li herêma ku di bin kontrola wan de ye jî digire nav xwe.

Ji sala 2011an ve, Amerîka sizayên tund li ser Sûriyê sepandine û piştevaniya darayî ji çalakiyên hevpeymanên xwe yên li navçeyên ku ji destê DAIŞê hatine derxistin re kiriye.

Nuland diyar kir ku par 45 milyon dolar li van herêman hatiye xerckirin û Washington dixwaze îsal 350 milyon dolaran ji endamên hevpeymanan ji bo xebatên aramkirina Rojava kom bike.

Nuland her wiha destnîşan kir, Amerîka ji bo Iraqê jî li dû heman tiştî ye.

Victoria Nuland ragihand ku ji bo pêşîgirtina DAIŞê veberhênana li van deveran pêwîst e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin