Amerîka- Bi mîlyon Amerîkî dengên xwe dan hilbijartina serokatiyê

Amerîka- Bi mîlyon Amerîkî dengên xwe dan hilbijartina serokatiyê

.

A+A-

Projeya Hilbijartinan ya Amerîka ya li Zanîngeha Florida pêşbînî dike heya îro roja duşemê 02.11.2020an zêdetirî 95 mîlyon Amerîkî, di hilbijartinên 2020an de dengên xwe dane.

Zanîngeha Florida bal dikşîne ku dibe ku ev hejmarana rêjeya herî bilind ya beşdarbûna serdema nûjen e.

Tenê rojeke berîya roja hilbijartinê, jimara dengdanê ya rekorî wekhevîyê rêjeya % 69 ya tevahîya beşdarbûna hilbijêran bo hilbijartinên 2016an ye.

Di rêjeya dengdana bi rêka nameya û dengdana pêşdem jiber pandemîya vîrusa korona ku pirtir ji 230.000 kes kuştine û herwiha li gelek eyaletên Amerîka bi dijwarî didome, zêebûnek gelek bilind pêk hatiye.

Serok Donald Trump, rêvebirîya wî jibo karûbarê wê yê di dema COVID-19 hat rexne kirin, û di anketên neteweyî de pêşbazê Demokrat Joe Biden dişopîne.

Anketek Ajansa Reuters- Ipsosê ya ku di navbera 27-29ê Cotmehê de hatîye çêkirin Biden ji % 51 ber % 43 pêş de, nîşan dide.

Lê, pêşbazî di nav eyaletên biryarder in , tevî eyaletên Arizona, Florida û North Carolina ku di Desteya Hilbijaran de gelek girîng in, hîn jî tevlîhev in û ne zelal e.

Piştî Trump di derbarê dengdana bi rêka nameyan bê delîl axaftinên bêbawerîyê kir û got pêşîya sextekarîyê vedike , tê çaverê kirin ku hejmarek mezin ji alîgirên Komarî yên Trump dê roja Hilbijartinê biçin ser sindoqan ku deng bidin.

Demokratan ne tenê ji ber pandemiyê, hevdem jiber gavên rêveberîya Trump yên bo hêdîkirina pêvajoyê ya dengdana bi nameyan, bi piranî beşdarên dengdana pêşdem bûn.

Pispor pêşbînî dikin ku dê beşdarî bi hêsanî ji 138 mîlyon kesên ku di 2016an de deng dane, derbaz bike. Çar sal berê tenê 47 mîlyon deng berîya Roja Hilbijartinê hatiye kar anîn.

Projeya Hilbijartinan ya Amerîka ya li Zanîngeha Florida, pêşbînî dike heya îro duşemê zêdetirî 95 mîlyon Amerîkî, di hilbijartinên seroktiyê yên 2020an de dengên xwe dane, ku dibe ku ev hejmarana rêjeya herî bilind ya beşdarbûna serdema nûjen bikin.

Tenê rojeke berîya Roja Hilbijartinê, jimara dengdanê ya rekorî wekhevîyê rêjeya % 69 ya tevahîya beşdarbûna hilbijêran bo hilbijartinên 2016an ye.

Di rêjeya dengdana bi rêka nameya û dengdana pêşdem jiber pandemîya vîrusa korona ku pirtirî 230.000 kes kuşt û herwiha li gelek eyaletên Amerîka bi dijwarî berdewam dike, zêdebûnek gelek bilind, pêk hatîye.

Serok Donald Trump, rêveberiya wî jibo karûbarê wê yê di dema COVID-19 hat rexne kirin, û di anketên raya neteweyî de pêşbazê Demokrat Joe Biden dişopîne.

 

Anketek Ajansa Reuters- Ipsosê ya ku di navbera 27-29ê Cotmehê de hatîye çêkirin Biden ji % 51 ber % 43 pêş de, nîşan dide.

Lê, pêşbazî di nav eyaletên biryarder in , tevî eyaletên Arizona, Florida û North Carolina ku di Desteya Hilbijaran de gelek girîng in, hîn jî tevlîhev in û ne zelal e.

Piştî Trump di derbarê dengdana bi rêka nameyan bê delîl axaftinên bêbawerîyê kir û got pêşîya sextekarîyê vedike , tê çaverê kirin ku hejmarek mezin ji alîgirên Komarî yên Trump dê roja Hilbijartinê biçin ser sindoqan ku deng bidin.

Demokratan ne tenê ji ber pandemiyê, hevdem jiber gavên rêveberîya Trump yên bo hêdîkirina pêvajoyê ya dengdana bi nameyan, bi piranî beşdarên dengdana pêşdem bûn.

Pispor pêşbînî dikin ku dê beşdarî bi hêsanî ji 138 mîlyon kesên ku di 2016an de deng dane, derbaz bike. Çar sal berê tenê 47 mîlyon deng berîya Roja Hilbijartinê hatiye kar anîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin