Amerîka bi hezaran ton tovê genim dişîne Rojava 10 demjimêr berê

Amerîka bi hezaran ton tovê genim dişîne Rojava 10 demjimêr berê

.

A+A-

 Amerîkayê biryar da ku 3 hezar ton tovê genim dişîne Rojavayê Kurdistanê.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir û behsa bandora hişkesaliyê li ser herêmê kir.

Li gor wê daxuyaniyê, ji ber hişkesaliyê û nebûna tovê baş, îsal berhemên mûsima genim li bakur û rojhilatê Sûriyê kêm bû û ev yek bû sedem ku tov ji bo çandiniyê kêm be û metirsî li ser çandniya pêşerojê û kelûpelên xwarinê çêbike.

Balyozxaneya Amerîka radigihîne, cotkarên Sûrî ji Ajansa Amerîkî ya ji bo Pêşxistina Navdewletî daxwaza alîkariyê kirin, ji ber wê yekê jî ew ê nêzîkî 3 hezar ton tovê genimê kalîteya wî baş ji bo cotkaran bişînin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo jî berî nihya tekez kiribû ji bo dabînkirina pêdiviyên werzê çandiniyê yên 2021-2022, ew dê alîkariyên pêwîst pêşkêşî cotkaran bikin.

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê rûbera erdê çandî bi genim û ceh, gihiştiye 800,000 hezar hektarî. Sala 2021 ji ber nebûna baranê  berheva xwecihî  ji genim, tenê 180,000 ton bû, di demekê de, ku salane ji bo dabînkirina tov û nan, pêdiviya deverê bi 600,000 tonê heye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin