Amerîka ambargoyeke din li Rûsyayê disepîne

Amerîka ambargoyeke din li Rûsyayê disepîne

Amerîkayê bi hinceta bûyera jehrîkirina ajanê berê Sergey Skripal û keça wî, pakêteke nû ya ambargoyan amade kir.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew dê girêdayî bûyera jehrîkirina Skripal ku Rûsya pê tê tawanbarkirin, dorpêçên nû ji bo Rûsyayê bisepînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em naxwazin biryara dorpêçên nû werbigirin, lê divê em yasayan jî bicih werînin.”

Hat diyarkirin ku dê dorpêçên nû li ser çend karsazên rûsî werin sepandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin