Amerîka 5 milyon dolaran dide her kesê ku cihê Xelîfeyê DAIŞê aşkere bike

Amerîka 5 milyon dolaran dide her kesê ku cihê Xelîfeyê DAIŞê aşkere bike

Amerîkayê ji bo wergirtina zanyarîyan û aşkerekirina cihê serokê nû yê rêxistina DAIŞê xelateke 5 milyon dolarî dîyar kir. Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Balyozxaneya Wîlayetên Yekgirtîyên Amerîkayê ya li Bexdayê di daxuyanîyeke nivîskî de amaje bi wê yekê kirîye, ku Waşingtonê ew 5 milyon dolar wek xelat dîyar kirîye û dê bide her kesê ku derbarê Xelîfeyê DAIŞê yê nû Mihemed Seîd Ebulrehman de zanyarîyan bide yan cihê wî aşkere bike.

Di daxuyanîyekê de têkildarî Xelîfeyê DAIŞê agahîyên zêdetir hatine aşkerekirin û hatîye gotin, ku ew kes bi çend navên din jî tê naskirin, wek: “Hecî Ebdullah Mewla, Eb Omer Turkmanî, Ebdulemîr Mihemed Seîd el Selbî.”

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daye xuyakirin, ku serokê nû yê DAIŞê jidayikbûyê sala 1976an û ji bajarê Mûsilê ye û piştî kuştina Ebûbekir Bexdadî di rojên dawîya Cotmeha sala 2019an de bûye serokê nû yê rêxistina DAIŞê.

Di berdewamîya daxuyanîya xwe de Balyozxaneya Amerîkayê dibêje: “Ew terorîst berprisyar e li hemebr rijandina xwîna xelkê bê tawan, kuştin û revandina hemwelatîyên sivîê ên Iraqî û ne Iraqî.”

Ew demek e ku liv û tevgerên çekdarên DAIŞê li Iraqê zêde bûne û êrîşên xwe bo ser hêzên ewlehîyê yên Iraqê zêde kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin