Amerîka 260 milyon Dolar ji bo alîkariya hêza Pêşmerge diyar dike

Amerîka 260 milyon Dolar ji bo alîkariya hêza Pêşmerge diyar dike

.

A+A-

Pentagon dibêje, ji ber ku Bexda mûçeyên hêza Pêşmerge naşîne, para mezin a hevkariyên Amerîka bo Iraqê, ji Pêşmerge re ye.

Serokê Amerîka Jeo Biden budceya Wezareta berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) biqasî 777 milyar Dolar pesend kir. Ji wê budceyê jî, 260 milyon Dolar ji bo alîkariya hêza Pêşmerge hatiye diyarkirin.

Li gor raporta budceya sala 2022an a Pentagonê, 345 milyon Dolar ji bo alîkarî û biçekkirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatiye diyarkirin, di nava wê de jî, biqasî 260 milyon Dolar ji bo Pêşmerge ye.

Herwiha di projebudceya Wezareta Amerîka de hatiye, ji ber ku Bexda mûçeyên hêza Pêşmerge naşîne, para mezin a hevkariyên Amerîka bo Iraqê, ji Pêşmerge re hatiye diyarkirin.

Derbarê rola Pêşmerge di Iraqê de, raporta Pentagonê amaje bi wê daye ku rola hêzên Pêşmerge ya girîng di rûbirûbûna DAIŞê de heye û Pêşmerge pêkhateyeke sereke ya hêzên ewlehiyê yên Iraqê ye.

Budceya 2022an a Wezareta Berevaniyê ya Amerîka, 777 milyar Dolar e ku mezintirîn budceya berevaniyê li ser asta cîhanê ye. Ji hevkariya bo Iraqê jî, pişka şêr ji bo Pêşmerge hatiye diyarkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin