Amedspor û Diyarbekirspor: Eger dahata stadyumê ji me re neyê dayîn em dê boykot bikin

Amedspor û Diyarbekirspor: Eger dahata stadyumê ji me re neyê dayîn em dê boykot bikin

.

A+A-

 Ji ber ku otopark, reklam û lojmanên Stada Diyarbekirê ya ku pêşbirkên Amedspor û Diyarbekirsporê lê tên kirin bêyî agahiya klûban bi kirê hatin dayîn, alîgirên herdu tîman nerazîbûn nîşan dan. Alîgir dibêjin eger dahatên cihên navborî ji tîman re neyên dayîn dê banga boykotê bê bikin.

Stdayuma Amedê ya bi kapasîteya 33 hezar temaşevanan ku mazûvaniyê ji Amedspor û Diyarbekirsporê re dike, beriya destpêka sezona nû derket holê ku qadên reklamê, otopark û locayên stadyûmê bêyî agahdariya herdu tîman hatine kirêkirin.

Ev biryara ku aliyê Birêveberiya Ciwanan û Werzîşê ya Amedê ve hatiye wergirtin, bû sedema berteka tîmên ku salane stadyumê kirê dikin.

Alîgirên her du kluban li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî dan. Aligîrên Amedspor û Diyarbekirsporê di dema daxuyaniyê de pankartên "Di werzîşê de edalet e", " Stadyûm ênî gel in" û "Tesîs ên klûbên futbolê ne" vekirin.

Li ser navê alîgiran  Xebat Demîr daxuyanî da û got, "Kireya ji bo stadyumê tê xwestin, ji hêza aborî ya  ku tîmên me zêdetir e. Ji bilî, kirêya bilind, xerciyên elektirîkê, çîman û pereyê karmendên Rêveberiya Şaxa Ciwanî û Werzîşê ya Parêzgehê tê xwestin û ev yek jî wiha dike ku stadyûm neyê bikaranîn.”

Ligel vê yekê qadên reklamê, loca û kantînên ku çavkaniya dahata stadyûmê ne, bêyî ku haya wan her du kluban jê hebe ji aliyê Rêveberiya Ciwan û Werzîşê ya Parêzgehê ve ji kesên din re bi îhaleyê tên dayîn. Reklamkirina bi deh hezaran kesên ku bi saya klûbên me stadyûmê tije dikin dê yek qurûşek jî fêdeyê nede klûbên me.

Divê ev qad ji klûbên me re bên dayîn, eger nebe ji ber qazancên neheq ên şîrketên reklamê dê banga boykotê were kirin. Heman tişt ji bo kantîn û locayên li stadyûmê yên ku wek diyarî ji pargîdaniyan re têne dayîn jî heye."

Demîr her wiha destnîşan kir ku ji hezarî 7 butçeya ku li gorî zagona şaredariyê ji bo werzişê hatiye veqetandin bi awayekî bi sûdmend nayê bikaranîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin