Amedspor bi 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir

Amedspor bi 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir

.

A+A-

Di pêşbirka hefteya 34mîn a Lîga 2mîn a TFFê de, tîma futbolê ya Amedsporê mazûvaniya 24 Erzincansporê kir. Tîma Amedsporê bi encama 3-1 bi ser tîma 24 Erzincansporê de biserket.

Di pêşbirka hefteya 34mîn a Koma Sor a Lîga 2mîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) de, îro herdu tîmên Amedspor û 24 Erzincanspor li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çûne pêşberî hev.

Pêşbirk li Stadyuma Diyarbekirê ya Nû hat lîstin û tîma Amedsporê bi encama 3-1 tîma mêvan tîma 24 Erzincanspor têk bir û 3 puanên giring bi dest xist.

Di xûleka 23mîn de Kerem Çagatay, di xûleka 25an de Mervan Çelîk û di xûleka 73an de Anîl Şahîn golên tîma Amedsporê tomar kirin û tîma xwe serxistin.

Amedspor bi vê serketinê bi 50 puanan di Lîqa 2mîn a TFFê de derket rêza 2mîn.

Tîma futbolê ya Amedsporê hefteya bê dê bibe mêvanê Tarsus Îdman Yurdu.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin