Amed/ Zarokekî kêmendam rastî êrîşa zayendî hat!

Amed/ Zarokekî kêmendam rastî êrîşa zayendî hat!

Li Amedê, li Navendeke Rehabîlîtasyona girêdayî Wezareta Malbatê, zarokekî ji %70 kêmendam, ji aliyê hemşîrekî ve rastî êrîşeke zayendî hat.

A+A-

Li Amedê, li Navendeke Rehabîlîtasyonê ya bi ser Gerînendetiya Bajêr a Xizmetguzariyên Civakî, Xebat û Malbatê, kurekî 12 salî ku ji %70 kêmendam e, ji aliyê xebatkarê saziyê ve rastî êrîşeke zayendî hat. Piştî bûyera 21ê Îlona par qewimî, wî xebatkarê êrîşkar piştî rojekê hat desteserkirin.

Hat ragihandin di derheqê êrîşkarê 36 salî M.S.H de, li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, bi tawanên 'Îstîsmara Zayendî ya zarokan û Bêparhiştina ji Azadiya xwe ya bi darê zorê û bi gefan' doz hatiye vekirin.

Hat gotin, peywirdarê ewlehiyê, di dema bûyerê de vîdyoyek girtiye ku ew vîdyo jî ketiye dosyaya dozê.

H.S.D di parastina xwe de got 'min ê krêm li çermê wî bikira lewre bi dermanên nexweşan re ez mijûl dibim.

Danişîna duyem, di 31ê Çileya 2019an de hat dîtin û danişîna din, bo 21ê Adarê hat taloqkirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin