Amed wê 'Xelata Oscara Turîzmê' werbigire

Amed wê 'Xelata Oscara Turîzmê' werbigire

Federasyona Rojnameger û Nivîskarên Geştê ya Cîhanê dê îsal Xelata ‘Sêva Zêrîn' a wekî ‘Oscara Geştê' tê binavkirin, bide Amedê.

A+A-

Bajarê Mezin a Amedê Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê îsal Platforma Geştê ava kir û ji aliyê platformê ve bernameyeke bi navê ‘Amed: Gava Mezin Ber bi Şaristaniya Mirovahiyê' hat amadekirin. Di çarçoveya vê bernameyê de ji tevahiya cîhanê bi tevahî 36 endamên Federasyona Rojnameger û Nivîskarên Geştê ya Cîhanê (FIJET) û Komeleya Nivîskar û Rojnamegerên Geştê (ATURJET) şûnwarên dîrokî yên Amedê geriyan.

 

Wan rojnameger û nivîskaran piştî gera xwe ya li Amedê biryar da ku xelata ‘Sêva Zêrîn' a wekî ‘Oscara Geştê' tê zanîn, bide Amedê.

Endamê ATURJETê Huseyin Kurtogulları diyar kir ku FIJFETê vê sibehê di dema xwarina taştê de biryar da ku xelata ‘Sêva Zêrîn' a wekî ‘Oscara Geştê' tê binavkirin, bide Amedê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin