Amed: Qeyûm motîfên Merwanî li ser dîwarê parkê rakir

Amed: Qeyûm motîfên Merwanî li ser dîwarê parkê rakir

Qaymeqamê Navçeya Yenîşehirê Mehmed Ozel ku ew wek qeyûm hatibû tayinkirin motîfan li ser dîwarê parkê rakirîye.

A+A-

Qeyûmê navçeya Şaredarîya Yenîşehirê ya bajarê Amedê li Parka Merwanî ku li ser dîwarên wê bi nexş û nimûşên(motîfên) tarîxa Merwanî ve hatibû xemilandin; wan motîfan rakirîye.

Qaymeqamê Navçeya Yenîşehirê Mehmed Ozel ku ew wek qeyûm hatibû tayinkirin berîya ku serokkomar û serokwezîrê dewleta wî di 1ê Nîsanê de serdana Diyarbekirê bikin, wî motîfan li ser dîwarê parkê rakirîye.

Parka Merwanî di 2012ê de ji alîyê Şaredarîya Yenîşehrê hatibû vekirin, navê wê ji alîyê walitîya Diyarbekirê ve nehatibû qebûlkirin, lê di nav xelkê de park wek parka Mervanî hatibû binavkirin û diwarên wê jî bi motifên tarîxa Merwanî ve hatibû xemilandin.

Dewleta Kurdan a Merwanî di navbera salên 983-1085ê de ji alîyê Ebu Abdullah Şa ku bi leqabê Baz bin Dostık dihat binavkirin li Mayafarqînê(Silîva) hatibû demizrandin.

78597.jpg2017-03-31_at_22.30.18_1.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin