Amed: "Protesto ifadeya ‘êdî bese’ ye"

Amed: "Protesto ifadeya ‘êdî bese’ ye"

PAK û PSKê li Amedê di derbarê Referandûmê de Konferansek hevbeş li dar xistin

A+A-

PAK û PSKyê roja 09.04.2017ê li Amedê di derbarê Referandûma 16ê Nîsana 2017ê de konferansek hevbeş li dar xistin û gotin ku "Tercîha me qanûneka bingehîn ya Demokratîk û Federal e" .

konf-2.jpg

konf-3.jpg

Konferans bi modertorîya Umît Tektaş birêve çû. Di konferansê de Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurî Sınır û Serokê Giştî yê Mesud Tek wek axaftvan cih girtin.

Herwiha di konferansê de gelek sîyasetmedar, rewşenbîr, alîyên sîyasî, rêveber û endamên PAK û PSKyêjî cih girtin.

Di destpêka konferansê de Umît Tektaş axaftinek kurt kir û dora axaftinê da Nurî Sınır. Sınır di derbarê referandûme de bîr û rayên partîya xwe û yên hevbeş anî ziman û wiha got:

"Qanûnên bingehîn yên heta nuha çêbûne û ya nûha heyî jî û ev 18 xalên tên behskirin jî, bi tu awayî behsa miletê Kurd, behsa zimanê Kurdî, behsa mafê neteweyî û demokratîk, yên miletê me nekirîye. Ev referandûma di bin qedexeyê Rewşa Awarte de, di nav berdewamîya şerde û bêyî ku, ji gelê Kurdîstanê û ji gelê Tirkîyeyè jî were pirsîn, li ser me hatîye ferz kirin. Em jî dibèjin ‘Tercîha me qanûneke bingehîn kû mafê Kurdistanîya, statuya Kurd û Kurdîstanîyan tê de hebe û divê şirîkatîya li ser esasê du milet û du welatan tarîf bike û di qanûna bingehînde heb e. Yên ku dibêjin ‘erê’ dibêjin; ‘yek welat,yek milet,yek dewlet û yek al’; ’Yên dibêjin ‘na’ jî dibêjin ‘ji bo tirkîye perçe nebe, jibo yek welat, yek dewlet, yek milet’’ dibêjin na. Hinek Kurd jî dibêjin ‘Ji bo cumhurîyeta demokratîk, jibo netewa demokratik, jibo welatê me yê hevbeş em dibêjin NA’’.

Nûrî Sınır di berdewamîya axaftina xwe de weha got:

’’ Tiştê ku me heya îro dîtîye, Kurdayetî bikeve rojevê, ji bo menfeetê xwe yê netewî, bi giştî partîyê Tirkan, medya, ordî, sazîyên sivîl, polîs û hema temamîya civaka Tirkan ne qanûna bingehîn û ne jî iradeya parlamentoyê bi tiştekî hesab nakin. Jibo Kurdayetîyê, ‘cudabûna hêzan’,  ji holê radibe û dibe, gotina wan dibe ‘yek dewlet,yek milet, yek nîştîman, yek al’. Mînak, gava ku di hatina birêz Mesûd Barzanî de, li Stenbolê ala Kurdistanè hate hildan, wextî zelzele çêbiba. Çi gotin,çi ne gotin. Bes ne civaka Tirk, aktorên sîyaseta Tirkan jî di sinifê de man. Aliyê NA hatina Mesûd Barzanî bi referandûmê ve girê da û heya ji wan hat çi erîşê nîjadperestî hebûn wê kirin. Sirri Sureyya Önder got ‘em nahêlin Kurdên me li dû Barzanî herin".

‘’Ji ber ku me pir eleqedar dike û hundirê van xala jibo me tiştekî ifade nake em protesto dikin Protesto ifadaeya ‘êdî bese’ ye. Eger protestoya piranîya gelê Kurd û Kurdistaniyan li dijî şer, li dijî Rewşa Awarte û siyaseta xendekan , li dijî qanûna bingehîn û 18 xalên guhertinê bihatina birêxistin kirin; wê ev helwest  bihata maneya redkirina devleta Tirk jî. Vêya jî belku ji bo vekirina hinek derîyên nû dê biba firsendek. Protestoyek xurt realîteya Kurdistanê bi germahîya xwe wê bixista rojevê’’.

‘’ Protesto, bila wekî redkirina sîyaseta 94 sale ku li ser înkar û îmhayê hetîye berdewamkirin û bila wekî xwestina Kurdistanek azad bê famkirin. Protesto, tê wê wateyê ku,  bi giştî di Rewşa Awarte de, bi qedexekirina xebata sîyasi, demokratîk û sivîl de îradeyek azad dernakeve holê. Protestokirina gelê Kurd û Kurdistanîyan redkirina AKP, CHP, MHP û bi gişti partîyên Tirkîyeyî, yên nîjadperest, kemalîst, totalîter û kesên li dijî Kurdayetîyê ne.  Ji ber wê jî em wekî PAK û PSK referandûmê protesto dikin. Banga me ji gelê Kurdistanê ew e ku neçin ser sindoqan ‘’.

Piştî axaftina Nurî Sınır, Serokê Giştî yê PSKyê Mesud Tek dora axaftina stend bîr û rayên partîya xwe ya di derbarê Referandûmê de yên hevbeş dîyar kir û wiha got:

"Behsa 20 guhertinan tê dikin lê belê ew guhertin tu cara naveroka bingehîn ya destura tirkîyeyê neguhertî ye tiştên wisa jî nehatîye pêşnîyar kirin. Çî ye mefûma naveroka tirkîyeyê ? Ew carninan Erdogan jî behsê dike: "Yek milet e, yek dewlet e, yek ala ye, yek welat e" berê "yek ziman" bû, ewê ku Erdogan nabêje "yek ziman" e. Yanî destûra li tirkîyeyê hebû ye û niha jî hey e li ser înkarkirina gelê Kurd, netewe û ayinên din ên ku li tirkîyeyê hen e li ser înkarkirina wan hatîye amadekirin.

Ev guhertianan rê xweş dike ku sîstema otorîter, sîstema taqakesî li tirkîyeyê berbi pêş biçe, tirkîye otorîter bibe û tirkîye bikeve jêr ri kefê taqaqesî. Ev destûr jibo vê tiştê rê xweş dike, ewê ku tê pêşnîyar kirin jî rê xweştir dike. Ji ber vê yekê jî wek him PSK him PAK me ev referandûm protesto kir daxwaz ji miletê xwe kir ku bila neçine ser sindoqan. Eve maneya wê ye ku him ev projeya ku hatîye pêşkêşkirin jibo guhertina destûrê wê jî qebûl nakin li gel vê jî dewstûra heyî jî qebûl nakin."  

Konferans piştî axaftinan bi beşa pirs û bersivan bidawî hat.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin