Amed/ Polêsan gule berdan wesayîteke sivîl: Keskekî canê xwe ji dest da!

Amed/ Polêsan gule berdan wesayîteke sivîl: Keskekî canê xwe ji dest da!

Li navçeya Erxenî ya ser bi parêzgeha Amedê, li ser xala pişkinînê polêsan gule perdan ser wesayîteke sivîl û ajokarê wesaîtê Abdula Arat li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

A+A-

Hate ragihandin ku li navçeya Erxaniyê ya bajarê Amedê, li ser xala pişkinînê, bi hinceta ku banga sekinandinê ya polêsan neaniye cih û derbas bûye, polêsan gule berdane wesayîtê û di encamê de Abdulla Aratê 25 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Hat gotin Aratî ji ber ku bê ehlîyetê bûye, ketiye kelecanê û nexwestiye bikeve destê polêsan derbas bûye.

Piştî vê, termê Aratî rakirine morga Nexweşxaneya Erxeniyê û kesê din ê di wesaîtê de li gel wî, hatiye desteserkirin. 

Piştî otopsiya di Saziya Tiba Edlî ya li Amedê, malbata Aratî cenazeya wî sipartin axê. 

Ev nûçe 310 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin