Amed: Ji bo Çaneqelê mewlûd lê Helebçe nayê bîra wan!

Amed: Ji bo Çaneqelê mewlûd lê Helebçe nayê bîra wan!

Dewleta ceberut a Tirk nuxteya qels û lawaz yê miletê kurd zept kirîye û bi navê dîn û îman ji bo emelê xwe bi kar tîne.

A+A-

Walîyê Diyarbekirê, Muftîyê Dîyarbekirê û Mudurîyeta Polîtîkaya Malbat û Civakî ya Tikiyê ji bo salvegera 18ê Adarê ya Zafera Çaneqeleyê li Amedê li Camîya Uluyê/Mezin ji bo dîn al û watan yên canê xwe dane bibîrbînin, mewlûd dane xwendin û dua kirine. Ew şehîdên Çaneqelê şehîdên hemû yên Tirkiyê ne û ew vî watanî ji wan re hiştine û bi saya wan alaya wan a nîv-hîv û stêrk li esmana ba dide.

Dewleta ceberut a Tirk nuxteya qels û lawaz yê miletê kurd zept kirîye û bi navê dîn û îman ji bo emelê xwe bi kar tîne. Lê Dîyarbekirî îtîraza xwe ji vê yekê re nîşan nadin û nayê bîra wan ku  5 hezar hevwelatî di heman tarîxê de di nav çend deqîqeyan de li Helebçeyê bi çekên kîmyayî hatine kuştin û ji bo wan jî mewlûd bixwînin û dua bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin