Amed: Hevdîtina du rêxistinên azadîxwaz

Amed: Hevdîtina du rêxistinên azadîxwaz

Hereketa Azadî Li Amedê Seredana PAKê Kir

A+A-

Heyeta Hereketa Azadî  ya ji Sedat Dogan(Berdevkê Hereketê), Ayetullah Aşitî(Perpirsiyarê Teşkîlatân), Dûysal Karataş(Koordînator), Şermîn Şeker(Berpirsyarê Çapemenîyê) pêkhatî roja 15.01.2017an seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kir.

Li ser navê PAKê Cîhgirê Serokê Giştî  Nurullah Tîmur, endamên Komîteya Bireveberîya Navendî Faîz Eşîn, Abdurahman Ecer,Vahît Aba û endamê rêvebrîya Teşkîlata Amedê Mehmet Bîlen pêşewazîya heyeta Hereketa Azadî kirin.

Heyeta Hereketa Azadî, di derbarê Kongreya xwe ya dawî û bîr û rayên Hereketa Azadî de agahdarî da.

Herdu heyetan di derbarê rewş giştî ya Kurdistanê û peywendîyên partî û hereketên netewî de nêrîn û sîyaseta xwe anîn ziman.

Herdu alî jî di pêwîstîya hevkarî û tifaqên netewî de hemfikirbûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin