Amed Dike Qêrîn û Dinale

Amed Dike Qêrîn û Dinale

M.Ali Yıldırım

A+A-

Li Bakurê Kurdistanê siyaseteke kor û şaş dimeşe!

Gelo em rastî û realiteya li welatê xwe çiqas dizanin?

Hesasiyetên siyasetvanên kurdên li Ewrupayê û siyaseta welêt û realîteya Kurdistana Bakur ji hevdu dur in.

 Bi rastî, ev hesasiyetên me yên li Ewrupayê û hesasiyeta bi me re, mixabin min li welêt ev hesasiyet, ne di nava siyasetvanan de û ne di nava gel de nedît.

Ez her di nava salekê de, bi kemayî sê caran tême welêt û min xwest ku vê care jî hêdî hêdî atmosfera siyasî ya welêt û rewşa gel hinekî fahm bikim. Loma jî min gelek têkilî bi kesên cûda cûda re danîn. Ez dikarim bêjim, ji siyasetvanan bigre heta esnafan, hevdîtinên min çêbûn. Ya din jî, şansê min ê herî baş ew bû ku, di destpêka hilbijartinên Tirkiyê de, yên di 24ê Heziranê de, ez li welat û bi teybetî li merkeza siyaseta Kurdistanê li Amedê bûm. Bi kurtayî meriv dikarê bêje wexta gumgum û kelkêla siyasetê û propagandaya partiyên siyasî bûn. Loma jî, ev îmkan ji min re çêbûn ku ez bi hemû dilxwaz û terafdarên partiyan yên kurdan û yên Tirkan re biaxivim.

Berî ez itiraf bikim ku min dît em yên li Ewrupayê ji realiteya welêt pir dûr in û di gelek noqteyan de em xelet difikirin. Ez li ser xwe bêjim ku ez tucarî ji siyasetê qut nebûme û heya îro jî ez di nava siyaseta germ de me, lê nerînên li derveyî welêt û li nava welêt, pir dûrî hev in. Ji ber ku gelek sedem hene û realiteya welat pir hatiye guhertin. Ez dixwazim ji we re hinek nûmune bidim.

Mînak: Ez dixwazim ji we re bêjim ku cihekî weke Amedê ala Tirkiyeyê, alên partiya MHP, alên Îyî Partî û alên Filistinî li hemû kûçe û sikakên (kolanên) Amedê li ba dibe. Li Qada Şêx Saîd ev alên mezin ên Tirkiye û Filistinê li hemû avahiyên mezin hatine dalaqandin, tu dibêji qey li vî welatî Federasyona Tirkan û Filistiniyan pêk hatiye. Di Qada Şêx Saîd û li gelek meydanên din ên Amedê sahne û ekranên mezin danîne û bi saetan propaganda û qala birayên xwe yên Filîstînî dikin. Hemû muzîk û xeberdanên wan bi Tirkî nê û tu dibêjî qey li vî welatî û li vî bajarî kurd tune. Li ser armanca jiholêrakirina netewa kurd, dewleta tirk xwedî stratejiyeke pijave û di nav kurdan de jî alîkar ji xwe re bicîh kirine. Li ser navê “çep-înternasyonalê, biratiya gelan û biratiya îslamê” ev kar dimeşe û bi şîroveyeke zelal ev rol, li ser esasên stratejiya asîmîlekirin û entegrekirina kurdan dimeşe. Mixabin asîmîlekirin û tirkiyeyîkirin li hemû bajarên Kurdistanê bi awakî pir zaneyî destpê kiriye.

Pêşîlêgirtina geşbûna tevgereke kurdewarî, netewî; pêşîlêgirtina avakirina bingeha dewleteke serbixwe û fikrê xwebirêvebirinê di vî warî de armanc e. Stratejî, geşkirina bandora asîmîlasyon û entegrekirina kurdan bi dewleta tirkan re ye.

Di şerê bajarên Bakurê Kurdistanê (şerê xendekan) de bi helwesteke hevpar hat bikaranîn. 12-13 bajarên Bakurê Kurdistanê raserî van provakasyonan hatin û rolê çekdarî jî ji bona serkeftina van armancan hat bikaranîn. Berî şerê xendekan te alayeke tirkan li nava bajêr nedidît, lê aniha meriv naxwaze derkeve nava bajarê Amedê.

Li Bakurê Kurdistanê van hêzan bi şêweyek serkeftî ev rolê xwe anîne cîh. Girseya kurd li Bakurê Kurdistanê bûye bîyaniya doza kurd û Kurdistanê. Asîmîlasyon gihîştiye asteke bitehlûke. Pişta tevgera netewî şikestiye û ji ramanên niştimanperwerî dûr ketiye. Gavên entegrekirinê rojbiroj “geş û meşrû”(!) dibin.

Îro li Bakurê Kurdîstanê, ev xwepêşandanên ji bona piştgiriya "Doza Filistîn" û "parastina Qudus" li Amedê lidar dikevin, ew belavokên ku HDP, CHP, MHP û AK Partî bi yek stratejiyê li parlamentoya tirkan tên îmzekirin û ew deklerasyonên hevpar yek ji van armancan bi xwe ne.

Çima ne ji bona dagirkirina Kerkûk û Afrînê, ji bona Filîstîn û Hamas ev girse tê cem hev? Divê em di vî warî de, helwesta dewleta tirk û van hêzên ku di nav kurdan de xwedî bibandor bînin cem hev û bersîvê bidin.

Di dorpêça Başûrê Kurdistanê de ev girse, seqet û ker-lal tevgeriya. Di dagirkirin û qatlîamên li Efrînê de 20 Kurd jî nehatin cem hev ku vê dorpêça ser Başûrê Kurdistanê û dagirkirina Efrînê şermezar bikin. Di eynî helwestê de dagirkirina Kerkûk û deverên wê jî. Mixabin li Amedê bi dehhezaran kurd ji bona "rizgarkirina Filîstîn" û "parastina Qudus" daketin kolanan. (!)

Ev ne nakokî ye! Ev rastîyeke stratejîk e û divê kurd, rewşenbîrên kurdan, siyasetmedar û rihsipiyên kurdan, zana û aqilmendên kurdan li ser vê rastiyê rawestin. Tehlûke mezin e û beşa herî gewre ya Kurdistanê ketiye bin bandoreke pir xerab. Ew siyaseta xerab, ew bandora wêranker îro fêkîyên xwe dide. Ev rastî me xemgîn dike.

De were şaş û mat nemine. Ev Amada ku di sala 1975an de nehişt Türkêş têkeve Amedê, îro jî Amedê di wî halî de ye. Gelo em pêş de diçin ya ji paş de diçin? Ez dixwazim xwendevan bi xwe qerara xwe bidin. Ev nimûneya min xwest tenê ku ji bona siyasetvanên me yên derveyî welêt û realiteya welêt hinekî fahm bikin. Yan jî, ev informasyon ji wan re rismekê çêbike.

Em werin ser Bloka Kurdî û Tifaqa bi HDPê re:

Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan (PAK, PSK, PDK- B, PDK-T, Hereketa Azadî) li gel HDPê ji bo pêkanîna tifaqa hilbijartinê bi rojan hevdîtin pêk anîn.
 

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan xwest ku tifaqeke berfireh ya li ser prensîbên netewî û demokratîk ava bikin. Di nava gel de  moraleke û sînerjiyeke mezin çêkir, lê mixabin ev îtifaq pêk nehat; hinek aliyên ku nexwestin bi tifaqeke wiha sînerjîyeke mezin çêbibe, mixabin hinek destên nenas û tarî rê li ber vê tifaqe girtin.

Mixabin divê Bloka Kurdî jî ji bîr neke li Kurdistana Bakur, siyaset îro li Kurdistanê li ser du beşan bi rê ve diçe.

1) Tu xwedî imkan û aborîyeke baş bî.

2) Tu xwedî kîtleke û kadroyên bi bawer û fedekar bî. Bê wana siyaset, li Kurdistana Bakur nameşe û bê wan serkeftin pir zor e.

Her çiqas di nava partiyên Bloka Kurdî de hinek  çirusk (Wek partiya PAK)  şanseke ji bona Kurdistana Bakur heye, lê mixabin hîna tam ne xemîlîne.

Em werin ser HDP û PKK ê:

Ya rastî, çawa di nava dewleta Tirk de mesela rantê cihekî taybetiya wê heye, aynê tişt di nava PKK û HDPê de jî heye. Îro pir kes hene xwe bi PKK û HDPê ve digrin, lê li pey ranteke mezin in. Hinek ji bona bibin parlementer, hinek jî bibin serokê şarederiya bajêr û qezakê û hinek jî, ji aliyê pere û imkanê wan bi PKK û HDPê re ne. Ji bona wan kesên li pê rantê ne, tu heya sibê ji wan re bêjî , HDP û PKKê “Komara Demokratîk” diparêze, Aysel, Sirri Süreya, Ertuğrul Kürkçü û Sebehat Xanim pesnê Atatürk û Zübeyde Xanim didin, ne xema wan kesan e û ji xwe çok şikir li welêt kesek wan tiştan napirse jî. Em xwe li Ewrupayê aciz û perîşan dikin û dikin ax û off, lê bawer bikin li welêt haya kesikî ji wan tiştan tune ye. Ez bawer im em li Ewrupayê bi awakî şaş li hundirê welat dinêrin. Ev hesasiyetên me li derveyî welat, mixabin li hindirê welat tune ye.

Loma jî, ez hêvîdar im em nerînên xwe û analîzên xwe yên siyasî careke din li ser Kurdistana Bakur li ber çavan derbas bikin. Bi rastî ev nerînên min bê teref û nutral in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin