• Diyarbakır 1 °C
  • Batman 2 °C
  • Hakkari 4 °C
  • Şırnak 5 °C
  • Ağrı 0 °C

Ambargoya li ser Qeterê û rewşa Tirkîyeyê

Mahmûd Kilinc

Siyaseta Tirkîye’yê ya derva derbek din xwar; hinek dewletên Erebî dawî li pêywendiyên xwe ên bi Qeterê va anîn.

Qeter welatekî biçûk e, di Kendav’ê da, lê xwedî hêzek bilind ya aborî ye, dewlemendê neftê ye, di bazirganiyê da çalak e şîrketên wê ên navûdeng hene.

Erebîstana Siudî, Misr, Îmarata Erebî, Behreyn, Lîbya, Yemen û Giravên Maldivên bi hevra biryar stendin, ku bi Qeterê va peywendiyên siyasî, aborî û dîplomatîk bibirin.

Hinekên din jî, wekî Urdin, Maruq û Morîtanya’yê asta peywendiyên dîplomatîk daxistin.

Qeter bona Tirkîye’yê welatekî gellek girîng e, peywendiyên Tirkîye’yê, taybetî peywendiyên siyasî û aborî bi vî welatî va di astek gellekî bilind da ye.

Demek berê nirxandinekê bala min kişandibû, di nivîsê da hatibû gotin, ku „ger rojekê herikîna pereyên taze ji Qeterê sist bibe, ango kêm bibe, aborîya Tirkîye’yê dê bikeve rewşek derbend, astengên aborî dê bêhtir bibin û ev jî, li ser deshilatê dê bibe metirsîyek gewre.“

Em dizanin, ku deshilata AKP’ê taybetî li ser geşedanên aboriyê ye û ew jî hêza xwe ji pereyên taze digre.

Li Tirkîye’ye jêderkên dewlemendiyê kêm in, teknolojîya bilind pêşneketiye, di hinek beşan da gav hatine avêtin lê pişesazîyek (endustrî) pêşketî nîne, ên heyî jî ji Cîhana Rojava stendiye, pabend e bi hawirdeyê (îthalat) va.

Îro, di nava hinardeya (îhracat) vî welatî da rêjeya teknolojîya bilind tenê 3,5% ye, ango wekî min got, rêjeyek bilind ya hinardeyê bi hawirdeyê (îthalat) va pabend e; wateya vê, dema rêjeya hinardeyê bilind dibe, rêjeya hawirdeyê jî bilind dibe.

Ango, ev rastî bi me dide zanîn, ku pêdivîya Tirkîye’yê her dem bi pereyên taze heye. (li Tirkîye’ye dibêjin pereyên germ)

Welatên herêma Rojhelata Navîn bona deshilata Tirkîye’yê gellekî girîng in, taybetî Qeter ji ber ku sermayek gellekî gewre li Tirkîye’yê hatiye razandin.

Qeter bona Tirkîye’yê çavkaniyek pereyên taze ye, aborîya Tirkîye’yê bi herikîna pereyen taze doş dibe, ev jî li Qeterê heye.

Peywendiyên Tirkîye’yê ne tenê li Cîhana Rojava’yê va xerab bûye, herweha bi dewletên herêmê va jî ne baş e, taybetî bi dewletên Kendav’ê va, jexin Qeter’ê.

"Bi ya agahdariyên di medyayê da, li Tirkîye'yê sermayeya Qeterê di astek bilind da çalek e, nêzikî 18 milyar dolar, dîsa bi ya van agahdariyan li cîhanê nêzikî 335 milyar dolar veberhênana wê heye, gellek şîrketên qelaw hatine kirîn."

Peywendiyên Tirkîye’yê bi Cîhana Rojava va têt zanîn, dest ji Yekitîa Ewrupa nakêşe lê daxwazên yekitiyê jî bicî nîne, bi Dewletên Yekbûyî Amerîka va bi giştî di barê siyaseta Rojhelata Navîn da û taybetî li ser peywendiyên bi Hêzên Surîya Demokratîk û ji ber hinek sedenmên din, ên wekî Fetullah Gulen û Reza Zarrap jixwe ne di astek xweş da ye, bi Federasyona Rusya’yê va jî, herçiqas li ber medyayê peyamên „xweş“ tên dayîn jî rastî ne wiha ye.

Pêywendiyên bi Îranê va konjuktûrel in, carina xweş carina ne xweş in.

Ambargoya li ser Qeterê ne tenê pêywendiyên Tirkîye’yê di hêla aborî da dike rewşek derbend, herweha di hêla siyasî, dîplomatîk û ewlehiyê da jî pirgirêkên mezin dê rû bidin.

Li Rojhelata Navîn dewletên ku piştevanîya, taybetî Hamas û Îxwanê Misilman dikin tên zanîn, Qeter û Tirkîye’yê di vê siyasetê da hem fikir û hem siyaset in.

Jixwe, sûcdar kirina Qeterê yek jî ev e, ku „çendin car hişyarî dabin jî, wê dest ji piştevanîya Hamas û Îxwanê Misilman berneda ye.“

Têt zanîn, ku piştevanîya Hamas û İxwanê Misilman di heman demê da piştevanîya tûndîya li herêmê ye û taybetî el Qaîde û el Nusra yê.

Di vê siyesetê da Qeter û Tirkîye’yê siyasetek hevpar dimeşînin, taybetî di siyaseta Suriye’yê da, ku tawabariyên gellekî ciddî hene daku çavkaniyên aborî ji qeterê tên.

Pirsek gellekî gengaz têt bîra mirov, gelo ewqas çek û teqemenî û herweha bi deh hezaran terorist bi kîjan pereyan amede dibin?

Pirsek girîng e, ji ber ku ger piştevanîyek aborî nebûya rêxsitinên terorist ewqas liber xwe nedidan, ewqas xerabîyên mezin nekanibûn bikin.

Gellek caran hatiye dîtin, ku piştê demekê di navbera piştevanên terorîstan da jî pirsgirêkên mezin rû didin, îro em vê dibînin.

07.06.2017/Semsûr

 

 

Bu yazı toplam 251 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar