Amar; li Îran û Kurdistanê 336 xwenîşander hatine kuştin

Amar; li Îran û Kurdistanê 336 xwenîşander hatine kuştin

.

A+A-

Navenda nûçeyî ya komek ji çalakvanên mafê mirovî li Îranê (Hêrana), dawî amara şehîdên serhildana seranserî li Îran û Kurdistanê belav kiriye û daye zanîn ku heta niha 336 kes hatine şehîdkirin.

Wê navneda mafê mirovî daye zanîn, di nav wê amarê de 50 zarok ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin.

“Hêrana” dibêje ku heta niha 15094 xwenîşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin ku tenê nasnameya 1,972 kesan rohn bûye.

“Hêrana” daye zanîn ku hejmara bajarên Îran û Kurdistanê yên ku serdhildan kirine, 138 bajar in.

Wê navendê daye zanîn ku di 137 zanîngehan de, xwendekaran xwenîşandan kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin