Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Amadekarî, zahmetî, nêrîn û berhevkirinên naveroka pirtûka "gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin“

A+A-

Birêzan , min temamiya vê berhevkirinê di bernama "danasîna Êzdiyatiyê*1“ de jî belakirine.

Belê hêjayan, dema min ev zaniyariyên di nava vê pirtûka xwe ya bi navê “gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin*2”  di sala 2012 de berhevkirin, min hingê dît û vêga jî dibêjim, bingehên ol û civakên Kurdî û bi taybetî jî nirxên ola Êzdiyatiyê ji aliyê zanayên Êzdî-Kurdan ve kêm hatine lêkolînkirin. 

Bi dîtina min heta îro hêjî, kêm ji me Êzdî û Kurdan dizanin ku, Êzdiyatî di demên kevn de xwedî bandoreke mezin buye. Xwedê nasîna Ezdahîtiyê timî li dijî nêrîna ku ronakbîr, dîndar û rêberên dewletên desthiletdar, yên ku digotin/dêjin, ”rêvebirên desthilatdar pîrozin û hemû kiryarên wan rastin” derketiye.

Lewma jî, gelek ji desthilatdarên ol û dewletên Mezopotamiya yên kevn û dagirkerên Kurdistanê (tevî şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, cerdevan, jendirme û berpirsiyarên baylozxanên dewletên hevalbendên xwe) bi fetwa û kampanyayên xwe endamên Ezdahîtiyê, mîna eşqiya, diz, hov, haydut û hwd. dane xwanêkirin.

Xêrnexwazên Kurdistanê û Êzdiyatiyê ji bo armancên kesayetî û desthilatdariya xwe yên qirêj, gelek êrîş anîne ser Êzdiyan, bi sed hezaran Êzdiyên bê sûc û gune bi darê zorê qulibandine ser dînê xwe, qirkirine, tevaya mal û milkên Êzdiyan li ser navên xwe tapû kirine. Bi hemda xwe ne hîştine ku, tu berhemên li ser Kurdîtiya Êzdiyan, Kurdistaniyan, zilma ku li dapîr û kalikên me kirine di nav arşîva desthilatdariya wan de bêne xwanêkirin û parastin.

Lewma dibêjim, divê em Êzdî-Kurd baş fêhmbikin, şahdê dîrokê ne tenê ew dokumentên ku, ji alî û li goriya desthilatdarên dewletên dagirker û kevneperestên kurdên Êzdî, Zerdeştî, Mazdakî, Cuhu, Xaçparêz, Bisilman, Elewî û hwd. ve hatine nivîsandin in……..

Lê mixabin, hêjî gelek ji me Kurdan ji van çîrok, mesele, ayet, lêkolîn, berhem û hemû dîroka ku alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên dagirkerên Kurdîstanê  li ser dîroka netewa Kurd û bi taybetî jî yên li ser Êzdiyatiyê bi hemd şaşîtî nivîsandine bawer dikin.

Bi dîtina min, gava piraniya van* „Kurdên ku hişmendiya neteweyî girtine û Kurdayetiyê bingeha her tiştî dibînin“, bi rastî girîngî bidana bikarneyîna vê „peyva neqenc, ya ku gelek ji me Êzdiyan hêjî nabêjin û naxwazin li cem wan anjî di medyayên ragihandinê de bêye bikaranîn, wê gelek Kurdan dujminantiya Êzdiyan nekirina, îro gelek ji Êzdiyan jî negotina, „ziman û qewmîyeta me ji yên Kurdî cûdene. Wê ev  nerastî, nenasîn û paşwerutiya di nava gelê Kurdistanê de belabûne , ne bûne sedem ku, pêkhatiyên Kurdistanê hêjî ji hevûdinê dûrbikevin…….

Jixwe hevalên ku min nasdikin ew dizanin, min ji zûve sond xwariye û gotiye,  gava Kurdên ala rengîn bilind dike jî, bi „nifira* ku mafê serxwebûna ola min û zadiya Kurdîtiya min înkar dike“ kar bike, ez wî/wê  ji hevaltiya xwe a „facbk.“ê derdixînim!

Belê lîsta navên Kurdperwerên ku, serxwebûna ola min û azadiya Kurdîtiya min înkarkirine û  min ew ji hevaltiya xwe derxistine gelekî dirêje …

Min hingê  daxwazî, xembarî, nêrîn, pirs û persivnmên xwe yên  li ser  bingeha şaş anjî rast nîşandana pirsgirêka gotina neqenc, bi gelek  nivîskar, rewşenbîr û lêkolînvanên me ra  parvekirin .

Ji xeynî gelek sedemên ku min di rûp.: 8- 22 yê vê pirtûkê de pêşkêşkirine, hinek ji mînak, xembarî û nêrînên min bi wan rêzdaran ra parvekirine û li gorî ku di zargotina me de hatiye /têye gotin  ev bûn:

“pêşiyên me,

ji ber Êzdîtiya xwe û tirsa ku dengê vê gotina neqenc nebihîzin, ew nediçûne nava gelek mal, gund û bajêran û pêdiviyên xwe yen ferz jî temîn nedikirin.

Ji ber tirsa ku Kurdên bisilmanên nezan û olperestê bi zarokên wan nekufirin û zarokên wan ji dînê wan derxînen, ne dihîştin ku zarokên wan herine dibistana, nava gund û bajaran.

Keç û jinên xwe bi tenê ne dişandine tu deveran.

Dema carekê ewan zanîbûna ewê ji bona gelek ferz û pir pêdivyan herine daîrenfermî, berhemekî xwe bibirina firotanê, hinek pêdiviyên malê lazimbuna  û hwd. divabûn ser, rû û libasên xwe weke yên Kurdên bisilman bidine xwanê.

Di ser vê de jî, hinga hinek bisilmanên nezan û temênê wan mezin Êzdî nasdikirin, bi dengekî bilind ev gotina ji bo ezdiyan niyeta xirab dide xwanê diqîriyan.

Heta gelek caran bisilmanên fanatîk-nezan zarokê soqaqa bertîl dikirin û di gotine zarokan, “herin di guhên vanên han de vê gotina neqenc(navê mêrik) bibêjin. Êzdiyan bireva rev xwe ji nava wan olperest û nezanên bisilmanên xilasdikirin. û hwd.

Her weha gelek spas ji bo wan camêr û xanimên ku agahî, buyer, nimûnen serpêhatîyên kesayetiya xwe, yên li ser neheqî û zordestiyên ji ber dînhebandin û bikaranîna wê peyva ku bi tîpa -ş- destpêdike bi serê wan ve derbasbune, yek bi yek ji min ra gotin/şandin. Mixabin, ez ji ber tengasiya wext nikarim tevaya nav û parvekirinên wan hêjayan li virê pêşkêşbikim. Min ew tev jî di rûpelê 23-132 yên vê pirtûkê  de weşandine.

Ez hêvîdar im ku, ev xizmeta min kirî bive ronayiyek, têkeve dilên rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, çande, partî, „Înstîtut“, „Orientalistik“, „Akademî“ û hemû rêxistinên Kurdî , Mîr û Civata rûhanîya Êzidiyan. Ew jî nehêlin êdî, ti Êzdî, pispor, zane, ilimdar, nivîskar, rewşenbîr, lêkolînvan, ramanvan, dîroknivîsar, oldar û desthilatdarên cîhanê û welatê me, di gotar, nêrîn, lêkolîn, arkolojîk, roman, dîrok, berhem, ragihandin û hwd. xwe de, vê gotina xebera xirabe-neqenc ku bi (Şe...........) destpêdike, di nav axaftin, dezgeh, çapemenî, sazî, ragihandin, rêxistin, mal û komelên xwe de bikarbikin. 

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê zargotin û kevneşopên Êzdîtiyê 03.09.2022

*Çavkanî:

* 1- https://www.facebook.com/carpelmedya/videos/411001827598381

https://www.youtube.com/watch?v=QAKtheMDy-g

*2- https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid05HF34rQBTy6aRyKKqvDpqd3DZiogNxDfc1KUSHduQsAVHtmUyeRjCFFKGsaVg7z1l

wene-pirtuke-1.jpeg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin