Altan Tan rexne li HDPê girtin: Hêj fedî nakin dibêjin em serketin

Altan Tan rexne li HDPê girtin: Hêj fedî nakin dibêjin em serketin

.

A+A-

Parlamenterê berê yê HDPê Altan Tan ragihand ku gotarên serkirdeyên PKKê yên di dema bangeşeya hilbijartinên Tirkiyê de bi kêrî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hatine û got ku gotarên serkirdeyên PKKê çi bi zanebûn û çi ji nezanî kirine nayên qebûlkirin.

Siyasetmedarê Kurd Altan Tan yek ji wan kesan bû ku rexneyên wî li ser siyaseta partiyên dengên Kurdan werdigire hebû.

Parlamenterê berê yê HDPê yê Amedê Altan Tan beşdarî bultena Rûdawê bû û encamên hilbijartinên parlamento û serokomariyê yên Tirkiyê nirxandin.

Altan Tan got: “Nêzî 2 salan bû ev hilbijartin dihatin nîqaşkirin. Me bi mehan nîqaş kir ku kîjan taktîk û kîjan stratejî dê rast be. Di hilbijartinê de birêz Erdogan stratejiya xwe li ser du tiştan ava kir. Ew herdu tişt çi bûn yek Erdogan digot, `Teror heye, HDP PKK ye, dixwazin welatê me perçe bikin, ew dixwazin sînorên me perçe bikin û ew dixwazin netewa me tune bikin.` Stratejiya wan a destpêkê ev bû. Di tevahiya hilbijartinê de, ew axaftin li ser ekran û televîzyonê anîn ziman. Erdogan li meydanan bi vîdyoyan gelek daxuyaniyên HDP û PKKyiyan nîşan da. Wan diaxaftina xwe  alîkariya Tayyîp Erdogan kirine.”

“Helwesta PKKê nayê qebûlkirin”

Tan amaje bi wê yekê kir  gotarên serkirdeyên PKKê yên ku çi encamên pêşbînî dikirin an jî nayên qebûlkirin û got: “Yek ji wan gotiye 'Em dê piştî hilbijartinan Apo berdin. Kesekî din got, `eger em serkevin em dê Efrînê vegerînin.` Yekê din gotiye `eger em sernekevin, piştî hilbijartinan em dê dest bi şerê gel bikin.` Tayyîp Erdogan ev axaftin mal bi mal û di televîzyonê de da temaşekirin.”

Li ser pirsa “Gelo rêvebirên PKKê ew daxuyaniyî bizanebûn didan yan jî bêyî ku bizanin emcam dê bigihêje ku derê didan?” Tan got: “Pirseke pir girîng e, lê kes ji tirsa nikare bersivê bide. Du eger hene: Yekem, ew bizanebûn didan. Eger  ewqas nezanin divê dev jê berdin. Ya duyemîn, wan encam pêşbîn dikir û dizanîn. Di encamê de, her du îhtimal jî gelek girîng in. Eger bizanebûn bûye divê îro ew dest karên xwe berdin. Eger civakê nas nakin û taktîkên Tayyîp Erdogan nizanin, tê wateya ku ew tiştekê nizanin û divê dest kar berdin.”

“Kemalîstên di nav CHPê de jî alîkariya Erdogan kirin”

Altan Tan ku stratejiya duyemîn a Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di kampanyaya hilbijartinê de bi cih anî, nirxand û got: “Stratejiya Erdogan a duyemîn jî wiha bû: Dîn, îman, Quran, Xwedê... Di hemû mîtîngên xwe de, li her derê digot `Ev bê dîn in, nimêjê nakin, ew kafir in, bê pirtûk in`. Kemalîstên di nav CHPê de jî bi gotin û daxuyaniyên xwe alîkariya Tayyîp Erdogan kirin. Di axaftinê xwe de digotin `Ev hilbijartin hilbijartina di navbera rejîma Talîban û Kemalîstan de ye`. Ev rejîm çawa dibe rejîma Talîbanê? Peravên Tirkiyeyê ji Antalyayê heta Bodrum û Marmarîsê tijî meyxane, xwaringeh û plaj in. Yanî jiyana li Tirkiyê û rejîma Talîban çawa dibe yek? Bi axaftin û daxuyaniyên xwe di derbarê ol û mezheban de jî alîkariya Erdogan kirin.”

“Tiştekî ku Kurd niha bikin nemaye”

Siyasetmedarê Kurd diyar kir ku ji sala 2015an ve dengên HDPê kêm dibin û wiha pê de çû: “Niha heta ku Tayyîp Erdogan tiştekî erênî nefikire û tiştekî erênî neke, tiştekî di destê me Kurdan de tune ye, tiştek nayê kirin. Rêjeya dengên HDPê di sala 2015'an de ji sedî 13,1 bû, niha daketiye ji sedî 8,8an. Dengên me li navenda Amedê ji sedî 80 bû, niha daketiye ji sedî 60.  Wate 19 xal kêm bûn. Tevî ku 6 milyon dengderên HDPê û bi giştî 13 mîlyon dengderên Kurd hene ku dengê xwe dane partiyên din jî, me tiştek bi dest nexist. Lê dîsa jî dibêjin 'em bi ser ket, me tiştek xelet nekir, polîtîkaya me rast bû'. Hîn jî fedî nakin, bêyî fedî bikin dibêjin rêya me rast e.”

Çavkanî: RUDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin