Altan Tan: Pêwîstî bi partiyeke nû heye

Altan Tan: Pêwîstî bi partiyeke nû heye

.

A+A-

Parlamenterê HDPê yê berê Altan Tan di derbarê avakirna partiyeke nû de got “Aniha xebatek û biryareke min ya avakirina partiyekê nû tuneye. Lê pêwîstî bi partiyek heye, ji bo vê yekê şert û merc ne amade ne. Bi tu kesî re tifaqeke min tuneye.”

Parlamenterê HDPê yê berê Altan Tan beşdarî bultena Rûdawê bû û siyaseta Kurd û îdîayên avakirina partiyeke nû nirxand.

Di derbarê civîna HDPê de Altan Tan got “HDP gelek caran wek vê civînê civiyane û munaqaşe kirine. Ez nizanim wê biryara wan çi be. Lê tişteke zelal heye, ew jî têkoşana demokratîk û çek ne mimkûne bi hevre bimeşe.

Siyasetmedarên me yên Kurd divê tecîhek bikin. Ew jî yan çek e yan jî rêyeke demokratîk e. HDP jî gelek caran munaqaşe kiriye, disa jî heman tişt munakaqaşe dike lê nikare jê wê patînajê derkeve. Ji ber vê yekê ya giring ev e, têkoşîn an bi rêyeke demokratîk û parlementer çêbibe an jî bi çek, herdû bi hevre ne mimkûne.”

Hirwiha Tan biryara biryara HDPê wiha nirxand “Gotina aşitiyê xweş e lê vala ye. Aşitî tenê bi gotinê çê nabe. Di serî de divê w tercîh zelal bibe. Ez nizanim dê biryara HDPê çi be lê ez biryarek giring hêvî nakim.”

Li ser siyaseta Kurdên Tirkiyê Tan dibêje “Aniha siyaseta Kurdên Tirkiyê ketiye destê çepên Tirkan. Ew jî ji ol, diyanet çanda îslamê hez nakin. Kurdên me yên Tirkiyê jî ji sedî 80-90 wan  misilmanin, çand, folklor, muzîka, edebiya û helbestên xwe dizanin, Kurdewarî ne. Çanda Kurdên me jî ji sedî 90 bi îslamê re ye.

Gel di rêyekê de ye û îdare û serokatî di rêyeke din de ye. Ji ber vê yekê du pêwîstên giring hene. serokatiya îdareyên Kurdan jî divê wek gel bin, aniha berevajiyê hev in. Çepê Tirkan berevajiyê me ne. Çand, raman îdeolojî, hereket malbatên wan berevajiyê me ne. Ya duyemîn jî divê têkoşîn bi rêyeke demokratîk çêbibe. Dema çekan qediya ye.”

Altan Tan bal kişand ser avakirna partiyeke nû û wiha berdewam kir “Aniha beşek ji Tirk û Kurdan dixwazin partiyeke nû ava bikin aliyê hikûmetê bikin. Ne ji bo opozîsyonê, ji bo aliyê AKPê bikin. Di serî de divê bername derkeve hole, çareserkirina pirsgirêka Kurd çî ye, bê bername nabê. Ji ber vê yêkê bername û îstiqrareke bê hîle pêwîst e ku mafê Kurdan biparêze.”

Li ser li ser damezirandina partiyeke nu ya muhafazakar Altan Tan got “Aniha xebatek û biryareke min ya avakirina partiyekê nû tuneye. Ji ber ku jê re kardro, bername, destek pêwîst e. Pêşerojê de wext çewa biguhere ez nizanim. Lê pêwîstî bi partiyek heye, ji bo vê yekê şert û merc ne amade ne. Aniha bi tu kesî re tifaqeke min tuneye.

Li ser girtina HDPê Altan Tan got “HDP heta îro çewa  hatiye, ji îro pê de jî dê wisa bimeşe, guhertin û rêyeke nû xuya nake.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin