Alozîya Navbera Macron û Erdogan Kûrtir Dibe

Alozîya Navbera Macron û Erdogan Kûrtir Dibe

Ofîsa Seroktîya Fransî îro Înê ragihand ku balyozê Tirkîyê wê ji Wezareta Derve re were gazî kirin, piştî daxuyanîyên haqaretker yên Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- “Tiştên ku serokê Tirkîyê gotîye ne daxuyanî ne, lê haqaret û biçûkxistin e. Em li bendê ne ku Erdogan mebesta gotinên xwe zelal bike,” daxuyanîya Fransî got.

Serokê Fransî Emmanuel Macron roja Pêncşemê gotibû ku xwedî li daxuyanîya xwe ya berê derketibû û gotibû ku NATO rûbirûyê mirineke mêjîyî ye.

Macron, di hazirbûna Sekreterê Giştî yê NATO’yê General Jens Stoltenberg de dîyar kiribû di demên dawî de endamên NATO’yê kêşeyên girîng yên jeopolîtîk piştguh kirine.

Erdogan îro rexneyên tund li Macron kiribû û gotibû ku divê ew pêşî li xwe binêre ku ew ji alîyê mêjî ve ne mirîbe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin