Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Alozîya li Îranê û Kurd

A+A-

Pêla daxwazên azadî, demokrasî, dadwerî, hiqûk û geşdarîya civakî, yên gelên Rojhilata Navîn xwe avêt rojhilata Rêzeçiyayên Zagrosan, ango Komara Îslamîya Îranê, bi navekî din Komara Mollayan.

Hefteyek e, ku li hinek bajarên Komara Mollayan gel li şemaqan e û daxwaza mafên siyasî û aborî dike, bona jîyanek azad û civatek geşdarî dengê xwe bilind dike.

Li Tehran, Meşhed, Qom, Îsfehan, Şîraz, Urmiyê, Kirmanşan, Ehwaz û herêma Luristanê, herweha li hinek bajarokan, ku behsa 79 navçeyan têt kirin, şêniyên van bajar û bajarokan, ligel hemû xeteran jî dengê xwe nizm nakin.

Partiyên rikber (hemû li derva ne), taybetî partiyên Rojhilata Kurdistanê, him piştevanîya gelê Îranê dikin û him jî daxwaz dikin, ku li derva jî çalakî bên lidarxistin ku dengê nerazibûna gelê Îranê bigehê hemû cîhan û saziyên navneteweyî.

Amarên heta roja îro jihev cûda ne, bi ya desthilatê 24 kuştî 800 desteserkirin, lê bi ya layên xwepêşandar bêhtirî 50 kuştî, dîsa nêzikî 3 hezar desteserkirin hene.

Di hundirê çend rojan da ewqas kuştî û desteserkirin nêşita wê ye, ku êdî derz li diwarê Komara Mollayan dikeve, ji îro şûnda nepêkane pirsgirên bên bincil kirin.

Rayedarên Komara Mollayan dixwazin raya cîhanê şaş berhêlî bikin û dibêjin; „ev operasyonek e li ser Aleme Îslamê.“

Bi ya wana ev operasyon li Efkanistanê destpêkir, paşê dor hat Tunisê û pêda berdewam kir li Irakê, Suriyê, Libyayê, Misrê û îro jî, Komara Mollayan ketiye ber vê pêla prowoqasyonê!

Bê guman mebesta ev hezeyanê, him xapandina rayagiştî ye û him jî newêrekîya ji xwe mikur hatina pirsgirêkên navxweyî ye.

Heta ku welatek bi pirsgrêkan navxweyî va rûbirû nebe, wana bi aştî û demokrasiyê çareser neke, bi sernakeve û nabe welatekî demokratîk.

Îran welatekî pir netewe û fireh çandî ye, lê rejîmekî totalîter e, bi deha salin girse di bin zordestîya rêveberek şer’î da dinale û herweha li hêla aborî va jî neserketî ye, heçkû jêderkên xwe yên dewlemend jî hene, wekî petrol, ku di cîhanê da piştê Siudiyê welatê duyem e.

Taybetîyek Îranê heye, her bûyerên girseyî ku berê xwe dabin rêjîm, di nav tixûbên vî welatî da nesekinin, dê pêla xwe bavêje welatên li herêmê: Roja ku li Îranê rejîm hat xarê, bandora here mezin li Irak, Suriyê, Lubnan û Tirkîyê dibe.

Komala Mollayan ne wekî dewletek herêmî ye, mirov kane çend sideman birêz bike; yek, pêwendiyên wê yên bi Hîzbûllaha Lubnanê, Hemasa Filistînê, Husiyên Yemenê, Suriyê û derdorên Şîa mezhep va têt zanîn, ku ev di nava hewildana li herêmê, an li di nava Alema Îslamê da bibe hêzek hegemonîk.

Du, wekî min jorî jî got ev welatekî pir netewe û fireh çandî ye, bûyêrên li Îranê diqewimin dê bibe nebe li ser hinek welatên din jî karîger be.

Mînaka here berbiçav rojhilatê Kurdistanê ye ku bi sedan sal in parek Kurdistanê dagir kirîye, gelê rojhilata Kurdistanê di bin zor û zilma Komara Mollayan da dinale, rêxistinên herêmê hemû bi dehan salan bi neçarî li derva ne.

Herweha, destê wê bi xwîn e, du serokên Partîya Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Qasimlo û Şerefkendî û bi dehan kadiroyên siyasî dan kuştinê.

Divê ji bîra me neçe, ku hêj îro her roj yek, du an bêhtir qolberên Kurd dikuje.

Ez behsa kesên davekirinê nakim, jixwe rayagiştî dizane….

Sê, Îran dewletek mezhebîye ye, parek mezin ji dahata navxweyî bona hemwetiyên xwe xerç nake, berevajî her sal bona hegemonyaya mezheba Şîa û herweha bona desthilata xwe ya herêmê terxan dike.

Ev siyaseta Komara Mollayan him li herêmê û herweha wekî em dibînin him li navxweyî dibe sedema bêaramiyê.

Dirêjîya şerê navxweyî li Suriyê, herweha alozîya Yemen û Efganistanê, bêaramîya Pakistanê û Lubnanê hemû ji têkiliyên Îranê tên.

Çar, Komara Mollayan bi aşkere dijminîya Îsraîlê dike, em bînin bîra xwe, di dema Ahmedînejad da gellek caran me li dijî Îsraîlê peyamên dijminahiyê dibist.

 

Endîşe ev e, ku dewletek weha bibe xwediyê çekên nukleerî, encamek weha him bona me Kurdan û him jî, bona aramîya herêmê dê bibe metirsîyek gellekî gewre.

Îro cîhan di serdema ragihandinê da ye, taybetî internet derfet dide ku di navbera gelan da peywendiyên fireh û xort bên damezrandin.

Ji ber ye, dengê bûyerek li welatekî êdî nepêkan e ku di nava tixûbên wî welatî da bisekine, hemû gel ji rewşa hevûdin haydar in, taybetî di barê azadî, hiqûk, demokrasî û geşdarîya civakî da.

Alozîya herêmê nêşeta guhertinek fireh e, herêm êdî wekî berê nabe, ev bona neteweya Kurd derfetekê diafirîne, ger bi baş û di cî da bikar bêt.

Divê rêxistinên Kurd, taybetî yên rojhilatê Kurdistanê hay ji vê guhertinê û bergeha (îstikamet) wê hebin.

06.01.2018/Dusseldorf

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin