Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Alozîya Dagirkeran û Tevgera Siyasîya Kurdistanê

A+A-

Li Rojhelata Navîn her diçe alozî kûr û fireh dibe, bi sepana darbeya eskerî agirî alozîyê pijîkê Tirkîyê, wekî herêma Rojhelata Navîn li vî welatî jî li ser rewşa îro û paşerojê pirs bêhtir bûn.

Ji berê va herêm bi giştî di bin metirsiyê da bû, rewş, herdem li ber aloziyek xeternak bû, her çiqas „aramîyek“ îzafî hebû jî, rewşa siyasî wekî wolkanê li ber teqînê bû, bi dagirîya Iraqê teqîya û agir pijîqîya herêmê bi giştî.

Ji ber, ku li welatên herêma Rojhelata Navîn saziyên dewlet û civatê ji aloziyê biparêzin tine bûn, wekî demokrasî, wekî aştî, dadmendî û…hwd, rêvebir hatin xarê, yên mayî jî di nav xwînê da vedigewizin.

Wekî min gotî „aramîyek“ îzafî hebû, ango bona hinek kesan rewşa aram weha dibû!, bomînak, li bakurê Kurdistan’ê şer hebû û rojane bi dehan kesan jîyana xwe jidest didan, ji ber li rojavayê Tirkîyê bêdengîyek hebû, ev dibû sedem, ku rayadarên Tirk di peywendîyên navdewletî da bi „aramîya“ welatê xwe pozbilindîyê bikin.

Heçku, em dizanin ku li deverek welatekî Rojhelata Navîn şer hebe, aramî û aştî nedibe.

Bêşik aramî û aştî ne ev e, ku çar salana carekê sindoq bên danîn û hemwelatî dengê xwe bikarbîne.

Eger, li welatekî demokrasîyek rasteqîn, aştîyek civakî û dewletek dadmend tine be, aramî nabe û heta ku sazûmanek (sîstemek) li ser rastîya van nirxên şareza rûnene, aştîyek civatî nabe û evder nabe welat û civatek aram.

Ji ber li dewletên dagirker, ango dewletên ku Kurdistan ji hev parvekirine, sazûmanek weha ticara nebûbû, mafên neteweya Kurd hatibû qesb kirin, li van welatan aramî jî nedibû, li peyamên rayadaran nenirin, qaşo ew welatên aram in!.

Ji ber vê rayadar bi çi mebestî peyaman didin bila bidin, bona neteweya Kurd, gelê Kurdistan’ê û Têkoşîna Azadîya Kurdistanê jixwe li herêmê aramî ticara nebû.

Iraq di nav şerekî navxweyî xwînavî da ye, ti bajar û kolanên ku bombe lê neteqîyan nema, weha dixuye ku jimara kuştîyan ji milonî bihorî.

Suriyê dîsa di heman rewşê da ye, şerekî gemarî û xwînavî welat daye ber xwe, ti kes nema ji vî şerî zirara nedît.

Bajar û gundên rojavayê Kurdistanê wêran bûn, bi deh hezaran Kurdistanîyan jîyana xwe jidest dan.

Li Îranê rewş berve alozîyê va diçe, jixwe di bin sîya çekan da bêdengîyek hebû, lê, vê dawîyê li hinek deverên vî welatî dengê çekan têt bihîstin; li rojhelatê Kurdistan‘ê û herweha li Belûcîstan‘ê.

Dîsa li herêma Azerîyan hinek kes hatin derdest kirin.

Li Tirkiyê derbeya eskerî û tedbîrên hikûmetê ewlehîya paşeroja Tirkîyê nedîyar dike, metirsîya alozîya navxweyî mezintir dike.

Ma, pîşadî (tesadûf) ye ku dagirkerên Kurdistan‘ê her di nav alozîyê da ne?

Heta ku xesba li ser mafên demokratîk û neteweyî ya neteweya Kurd ranebe, rêz li mafê çarenûsî neye girtin, demokrasîyek rasteqîn ser erdê cîbicî nebe rewş dê weha be, ev rastîyek civatî û dîrokî ye.

Eger hikûmet, alozîya ku bi peyana derbeya eskerî rûda, bona aştîya navxweyî û sazîkirina demokrasîyê bikar neyne, paşeroja Tirkîyê ne ronahî ye.

Bêşik, her rewşa nearam, alozî bona her civatekê zirarekê peyda dike, lê, di heman demê da, eger rêvebir dilxwaz û ehlê çareserkirina pirsgirên welatê xwe bin, alozî dibe derfetekê û welat ji hinek pirsên xwe rizgar dibe.

Lê, sepan û kirarên hikûmetê hêvîyê nadin, ku li vî welatî pirsên bingehî ku rehên wana ji dîrokê tên, bên çareserkirin.

Cîhan jî bi nîgeranî li benda pêşveçûnên li Tirkîyê ye.

Bala xwe bidin şîroveyek kurt ya rojanameya Daily Star Sunday'ê: ''Tirkîyê li ber terîşê ye. Eger derbeyek din pêk bêt şerê navxweyî dê dest pê bike. Dema weha bû, alozîyek navneteweyî yê mezin dê derkeve.”

Belê ev dîtina pisporekî ji Brîtanya ye, cîhan weha dibîne.

Ango, paşeroja Tirkîyê ne ronahî ye, metirsîya alozîyek hêj kûr û fireh heye, ji îro va kes nikane tiştekî misoger bêje, lê, alozîyên dagirkera bona hêza siyasîya Kurdistan’ê derfetekê diafirîne, eger di cî da bêt bi kar anîn.

Eger, mala navxweyî ne di nav yekrêzîyê da be, dewletên dagirker jihev beklavbin jî tiştek nakeve para Kurdan.

 

30.07.2016/Dusseldorf

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin