Almanya: Rêjeya Belavbûna Vîrusa Korona Jinûve Bilind Dibe

Almanya: Rêjeya Belavbûna Vîrusa Korona Jinûve Bilind Dibe

Enstîtuya Robert Koch ragihand ku li Almanya rêjeya pêketina vîrusa korona jinûve bilind bûye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyanîya wê enstîtuyê, rêjeya pêketina vîrusa korona bûye 1 ji sedê û ew nîşan dide ku 10 kesên bi vîrusa korona ketine dikarin wê vîrusê bixin 10 kesên din.

Hefteya borî ew rêje 0,7 ji sedê bû ku bi wî awayî 10 kesên bi vîrusa korona ketine 7 kesên din bi vîrusa korona dixistin.

Hikûmeta Almanya hefteya borî biryar dabû ku sînordarkirinên ser derketina derve qonax bi qonax sist bike.

Bi destûra hikûmetê, hin dikan vebûbûn û li hin herêman jî zarok vegerîbûn dibistanan.

Vîrusa korona li Almanya heta niha ketîye canê bi qasî 160,000 kesan û 6126 kes kuştine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin