Almanya: "Qedexekirina alaya YPGê absurd e"

Almanya: "Qedexekirina alaya YPGê absurd e"

Sevîm Dagdelen: "Qedexekirina alaya YPG tê wateya ku Almanya notirvaniya serokkomarê Tirkiyê Erdogan dike."

A+A-

Cigîrseroka Grûba Partîya Çep (Die Linke) ya Meclîsa Almanyaya Federal Sevîm Dagdelen di civîna meclîsê de axiviye û bertek nîşanî qedexekirina alaya YPG li Almanyayê daye. 

Di axaftina xwe de gotiye; "yên ku di cepheyê de li dijî rêxistina DAÎŞê şer kirine YPG ye û qedexekirina alaya wan li Almanyayê absûrd û rezalet e. Qedexekirina alaya YPG tê wateya ku Almanya notirvaniya serokkomarê Tirkiyê Erdogan dike."

Li ser vê axaftina wî Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel bersiv daye û gotiye, kes li vî welatî  ji bona ku taleb ji welatekî din hatiye rêxistinekê qedexe nekiriye.

Sevim Dagdelen bi eslê xwe ji bakurê Kurdistanê ji bajarê Erzinganê ye; li Almanyayê hatîye dinyayê û ji 2005ê vir ve parlamenta Partîya Çep e.

Ev nûçe 903 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin