Almanya Hizbullah Lubnanê xist lîsteya terorê!

Almanya Hizbullah Lubnanê xist lîsteya terorê!

Hikûmeta Almanya grûpa çekdar ya Hizbullaha Lubnanê, wek grûpeka terorîstî da nasîn û xebatên wê li Almanya qedexe kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Bi fermana wezîrê navxwe yê Almanya Horst Seehofer, grûpa çekdar ya Hizbullaha Lubnanê, ku yekser girêdayî Îranê ye û fermanên xwe ji sipaha pasdaran û Xaminêyî werdigire, wek grûpeka terorîstî hat nasîn.

Piştî wê fermanê, xebat û çalakîyên wê grûpê jî hatin qedexekirin, ji ber wê jî îro danê sibê hêzên polîs dest bi girtina endam û alîgirên Hizbullahê kirin.

Çend salê berê Brîtanya jî Hizbullah Lubnanê xistibû lîsteya terorê.

Hizbullah Lubnan, sala 1982 û di dema şerê navxwe yê Lubnanê de û li dijî Îsraîl hat avakirin. Hizbullah niha yekser girêdayî Îranê ye û bûdce û çekên wê ji alîyê Îranê ve tên dabînkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin