Almanya: "Divê welatên NATO xwe ji bo êrîşa Rûsan amade bikin"

Almanya: "Divê welatên NATO xwe ji bo êrîşa Rûsan amade bikin"

.

A+A-

Wezîra Berevanî ya Almanyayê Christine Lambrecht eşkere kir; divê amadekariyê ji bo wê yekê bikin ku Rûsya êrîş bike ser welatên endamên NATOyê.

Wezîra Berevanî ya Almanyayê Christine Lambrecht eşkere kir; divê amadekariyê ji bo wê yekê bikin ku Rûsya êrîş bike ser welatên endamên NATOyê.

Christine Lambrecht diyar kir; eger belge û amadekariyên wan jî diyar nebin, dibe ku Rûsya êrîş bike ser welatên endamên NATOyê.

Lambrecht destnîşan kir ku divê welatên NATO xwe ji bo êrîşa Rûsan amade bikin.

Wezîra Berevanî ya Almanyayê eşkere kir; nabe êdî kar ji bo biryarên demkurt bidin, heta havîna bê biryar li ser stratejiya demdirêj a NATOyê bidin.

Christine Lambrecht amaje bi wê yekê kir ku divê bi lez hêzên xwe bo rojhilatê Ewropayê veguhezînin, dibe ku Moskow vê pêngavê weke binpêkirina biryarên NATOyê bihesibîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin