Almanya: Berpirsê tundiya li Rojhilata Navîn Hemas e

Almanya: Berpirsê tundiya li Rojhilata Navîn Hemas e

.

A+A-

 Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas, derbarê krîza navbera Îsraîl-Filîstînê de daxuyanî dan û got, sedema alozî û tundiya van rojên dawî li Rojhilata Navîn Hemas e.

Maas di axaftina xwe ya meclîsa federal de got, “Xelk neçar dimînin bikevin stargehên li Orşelîm û Tel Avîvê. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Tiştên ku li Mescîdî Aksa bûne êrîşan mafdar dernaxe. Mafê Îsraîlê ye gelê xwe biparêze.”

Wezîrê Alman diyar kir ku wan planeke 3 qonaxan bo çareseriyê pêşniyar kiriye û pêwîste Hemas terora fuzeyan demildest bidawî bîne ku di vê rêwşê de hevdîtinên bo agirbestê nayên kirin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin