Almanya: Ahenga Serxwebûnê bi coş bû!

Almanya: Ahenga Serxwebûnê bi coş bû!

Li Schweinfurtê Kurdistaniyan çalakiya Meşa Serxwebûnê li darxistin

A+A-

Ji bo piştgiriya Giştpirsiya Serxwebûna Herêma Kurdistanê û her wiha şermezarkirina gefên dewleta tirk li ser Efrînê, Civata Kurdên Scihweinfurtê li Almanya yê çalakiya Meşa Serxwebûnê li darxist.

image-(3).jpg

Roja Şemî yê 12-08-2017 û bi amadebûna nûnerên partiyên Almanî jê, xanim Birgitte Schön berpirsyara bajarê Schweinfurtê û nûnera Partiya (BÜNDNIS 90/DIE GRÜNEN) Kesk ya Almanî û rêzdar Markus Hümpfer nûnerê Partiya Bundestagkandidat (SPD) û berbijarê partiya xwe bo helbijartinê Parlamentoya Almanî, ku kêvxweşiya xwe bo li darxistina çalakiyê derbirîn, û amadebûna nûnerên rêxistinên Kurdî li Ewrupayê û welatiyên Kurdistanî çalakiya Meşa Serxwebûnê bi rawestana xuleke bêdengî li ser canê pakrewanên Kurdistanê û bi xwendina sirûda Ey Reqîb dest pê kir, û meş bi slogan Bijî Azadî, Bijî Kurdistan, Bijî Pêşmerge ber ve şûna li darxistina ahengê bi rêket.

Di dest pê kê de, Serokê Civata Kurdên Schweinfurtê rêzdar Osman Çinar, gotara civatê pêşkêş kir, û têde ronahî xiste ser girîngiya encamada giştpirsiyê û ev yek bi derfetek zêrînî anî ziman da ku Herêma Kurdistanê bibe dewlet. Û her ew gotara Civatê bi zimanê Ingilîzî ji aliyên xanim Hezar Welîka ve hate pîşkêşkirin.

Pişt re gotara Civata Kurdên Almaniya yê ji aliyê rêzdar Memet Tanriverdî ve hat pêşkêşkirin.

Pişt re Koma Çarpel ya folklorî bi çend dîlanên folklorî pêşkêşkirin.Pişt re di benda helbest xwendinê herdu rêzdaran Hozan Sîdo û Zênedîn Hekîm çend helbest pêşkêşî amadbûyan kirin. Pişt  re di benda mûzîkê de Ajîn Şêxo çend stran pêşkêşrin.

20814796_1982082245350085_975351237_n-001.jpg

Di benda muzîkê ya duyem de hunermendê bê hempa, efsaneya zîndî Şivan Perwer coşeke mezin da ahengê û cemawer gelek dilxweş û kêfxweş bûn.

Herwiha gelek birûskên piştgêrî û destxweşiyê ji partî û rêxistinên Kurdî hatin şandin, Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê PYK-şaxê Almaniya, Partiya Demukrata Kurdistana Sûriyê PDK-S, şaxê Almaniya, Partiya Yekîtiya Demukrata Kurd li Sûriyê PYDK-S(Yekîtî), Komeleya Kurdên Hamburgê Hevkar, Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê,Insiyatîva Serxwebûna Kurdistanê- Diyarbekir-Bataman-Mardîn-Wan-Istanbulê, Sendîkeya Hunermendên Kurdistana Sûriyê. Aheng bi pêşkêşkariya medyakar Mihemed Hesko birêve çû.

Mihemed Hesko- Almanya    

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin