Alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge gihişte Kurdistanê

Alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge gihişte Kurdistanê

Di çarçoveya hevkariya Amerîkayê de mehane 25 milyar dinar bo meaşê Hêzên Pêşmerge ji Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê re tê şandin.

A+A-

Pereyên hevkariya Amerîkayê bo Hêzên Pêşmerge gehiştin Hewlêrê û di hundirê vê hefteyê de dabeşkirina meaşê Pêşmerge dest pê dike.

 

Di vê derbarê de Cîgirê Supasalarê Hêzên Pêşmerge Lîwa Qareman Kemal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku pereyên hevkariya Amerîkayê bo Hêzên Pêşmerge gehiştine bankeyên Herêma Kurdistanê.

 

Cîgirê Supasalarê Hêzên Pêşmerge herwiha eşkere kir ku di hundirê vê hefteyê de dest bi dabeşkirina meaşê Hêzên Pêşmerge dikin.

 

Di çarçoveya hevkariya Amerîkayê de mehane 25 milyar dinar bo meaşê Hêzên Pêşmerge ji Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê re tê şandin.

 

(rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin