Alîkarê Serokwezîr: 'Dahata Herêma Kurdistanê zêde dibe’

Alîkarê Serokwezîr: 'Dahata Herêma Kurdistanê zêde dibe’

.

A+A-

 Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Karûbarên Darayî û Aborî  Rêbaz Hemlan ragihand, rewşa tendirustîya Herêma Kurdistanê ber bi başiyê ve diçe, ew jî rê dide ku dahata naxwe zêde bibe.

Alîkarê Serokê Hikûmetê ji bo Karûbarên Darayî û Aborî û Sekreterê Encûmena Weberhênanê Rêbaz Hemlan ji K24ê re daye xuyakirin, dahata navxweyî ya mehane ya Herêma Kurdistanê bi dahatên petrol û ne petrolê ve gihîştiye (500) milyar Dînaran, heger budçeya Iraqê jî bê pesendkirin û pişkê Herêma Kurdistanê bê şandin, bê “jêbirîn” dikarin mûçeyan belav bikin.

Rêbaz Hemlan got, rewşa tendirustîyê ya Herêma Kurdistanê ber bi başiyê ve diçe, ew jî rê dide ku dahata naxwe zêde bibe, geştûguzar geş bibe, dahata deriyên sînorî baştir bibe, fermangehên hikûmetê kar bikin û nirxê petrolê jî bilind bibe.

Li ser pirsa “Dahata niha çend e?”, Rêbaz Hemlan got: “Hûrgilî li Wezareta Darayî û Aborî ne. Pêşbînî dikim ku niha dahata navxwe ya ne ji petrolê zêdetir 250 milyar Dînar mehane be. Ji ber ku wergirtina bacê hatiye rêkxistin, ji meha Tîrmeha borî ve Yasaya Çaksaziyê ketiye ware cibicîkirinê û dahat û xeric hatine rêkxistin.”

Hemlan diyar kir: “Beşek ji dahata petrolê ji kompanyayan re diçe û beşê din jî ji bo dana qerzan diçe. Beşê vedigere ji Hikûmetê re jî, derdora 250 milyar Dînar e.”

Derbarê gotûbêjên li Bexdayê de Rêbaz Hemlan da zanîn, “Gotûbêj bi arasteyekî erênî ve diçin. Serokwezîrê Iraqê ragihand ku divê pişkê Herêma Kurdistanê wek xwe bimîne. Herwiha nermiyek ji aliyê komên Şîe û Sune jî li hember Herêmê heye. Şanda Danûstandkar jî di zûtirîn dem de diçe Bexdayê. Ji bo gihîştina bi encamekê, niha hevtêgihîştineke baştir heye.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin