Alî Babacan YPG û PYD weke ‘rexistinên terorist’ bi nav kirin

Alî Babacan YPG û PYD weke ‘rexistinên terorist’ bi nav kirin

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê yê berê Alî Babacan ku duh Partîya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) PYD û YPG weke “rexistinên terorist” pênase kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê yê berê Alî Babacan ku dest ji AK Partîyê berdabû, duh Çarşemê 11ê Adarê bi beşdarîya 90 daezrîner û beşek aligiran partîya xwe ya bi navê Tirkîyê, Partîya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) di merasîmekê de li Enqerê bi fermî ragihand.

Di merasimê de bernemaya partîyê jî hat eşkerekirin ku ji 131 rûpelan pêk tê û di beşekê de jî behsa pirsa Kurdî tê kirin. Di merasimê de hem rêzikanameya partîyê hem jî bernameya partîyê hat ragihandin. Di bernameya partîya Babacan de babetekî giring jî pirsa Kurda ye.

Yek ji damezrînerên Partîya DEVAyê Abdurahîm Aksoy dibêje: “Em dixwazin ku herkes zimanê xwe bi azadî biaxive, herkes azad be û axavtina ziman êdî nebe sûç. Herwiha peywendîyên me dê bi Kurdistanê re peywendîyeke pismam û birayan be. Herêma kurdistanê ji bo me gelek girîng e.” 

Bernameya Partîya Demokrasî û Pêşdeçûnê ji 131 rûpelan pêk tê û beşa herî berfireh bi 34 rupelan beşa aborîyê ye.  Di bernameyê de behsa babetên  weke maf û azadîyan, demokrasî, sîstema parlamenterîyê û avakirina civakeke sivîl jî tê kirin.

Berdevkê Partîya DEVAyê Îdrîs Şahin jî got: “Me bernameyeke wisa amade kirîye ku hemû pêkhateyên civakê xwe tê de bibînin û herwiha mafê jinan jî parastî be.”

Li gorî bernameyê Partîya Demokrasî û Pêşdeçûnê dixwaze pirsa Kurdî di çareçoveya destûrê û li gorî pivanên demokrasityeke pêşkevtî û mafê mirovan de çareser bike.

Ahmet Faruk Unsal ku ew jî yek ji damezrînerê partîyê ye wiha axivî: “Bi taybetî piştî sîstema serokatîyê li welatê me êdî beşek kêşeyên heyî bûne kêşeyên destûrî û tenê bi guhertina destûrê û sîstemê em dikarin keşeyên heyî çareser bikin.”

Keça sîyasetmedarê Kurd Dengir Mîr Mehmet Firat a bi navê Munever Hêlîn Firat ku ew jî yek ji damezrînerê partîyê ye dibêje: “Dibe ku bernameya me kelecaneke mezin dirust nekiribe, dibe ku gelek tişt hatibin dubarekirin jî, rast e em dubare dubare dibêjin, ji ber ku çareser nebûne, em hêvî dikin ku em bikarin hemû kêşeyên heyî çareser bikin.”

Serokê Partîya Demokrasî û Pêşdeçûnê Alî Babacan jî di yekem gotara xwe de Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) weke rêkistinên terorî bi nav kir û got ku ew dê hewl bidin peywendîyê wan rêxistinan bi Amerikayê re qut bikin.  

Şewket Herkî-Rûdaw

 

Etiket : , , ,
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin