Alî Babacan piştgirî ji kurdan dixwaze!

Alî Babacan piştgirî ji kurdan dixwaze!

Li gor hin medyayan, Alî Babacan ji bo wergirtina daxwazên Kurdan li gel hejmarek Akademîsyenên Kurd civiyaye.

A+A-

Li gor hin medyayan, Alî Babacan ji bo wergirtina daxwazên Kurdan li gel hejmarek Akademîsyenên Kurd civiyaye.
Li Tirkiyê avakirina partiyeke nû ji aliyê Elî Babacan, Abdullah Gul û Ahmet Davutoglu di rojeva siyasî de ye. Li gor hinek dezgehên medyayê, Alî Babacan li gel hejmarek Akademîsyenên Kurd civiyaye, ji bo ku zêdetir di derbarê daxwazên gelê Kurd de bizanibin û di karnameya partiya xwe de cî bidin wan daxwazan.
 
Behsa egera damezirandina partiyeke nû yan jî çend partiyan tê kirin û ev kesayet dixwazin pişta xwe bi hejmareke Kurdan jî girê bidin û qonaxeke nû ya siyasî li Tirkiyê destpê bikin ji bo ku cihê piyê xwe di qada siyasî ya wî welatî de bihêz bikin.
 
Her sê kesayetî, piştî wergirtina desthilatê ji aliyê AKPartiyê ve di sala 2002 an girîng wergirtibûn û wê demê jî behseke zêde li ser pirsa Kurdan hebû. 
 
Abdullah Gul di navbera salên 2002 heya 2003 de Serokwezîr, ji 2003 heya 2007 Cîgirê Serokwezîr û ji 2007 heya 2014ê jî Serokomarê Tirkiyê bû.
 
Herwiha Ahmet Davutoglu ji 2009 heya 2014 Wezîrê Derve û ji 2014 heya 2016 Serokwezîrê Tirkiyê bûye.
 
Alî Babacan jî di navbera salên 2007 heya 2009 Wezîrê Derve yê Tirkiyê û ji 2009 heya 2015 Cîgirê Serokwezîrê wî welatî bûye.
 
Di dema derbasbûyî de her yek ji Ebdula Gul û Ehmed Dawudoglu tekezî li ser dabînkirina mafên gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê kiriye.
 
Serokomarê berê yê Tirkiyê, Abdullah Gul derbarê mafên Kurdan de ragihandiye: “Divê Kurd di çarçoveya Tirkiyeyeke xurt de, tevahiya mafên xwe bidest bixin. Nabe pirsa çareseriyê bi siyaseta rojevê bê girêdan. Divê Parlamentoya Tirkiyê di proseya çareseriyê de, bi rola sereke rabe.”
 
Serokwezîrê berê yê Tirkiyê, Ahmet Davutoglu jî derbarê Kurdan de gotiye: “Bê Kurd, Tirkiyeyeke tendirust nayê avakirin, ji ber ku ew stûna aramiyê ne. Şaşiyeke mezin e ku qonaxa çareseriyê hatiye sekinandin, Nabe tevhevî di pirsan de çê bibin. Pirsa PKKê ji pirsa Kurdî cuda ye.”
 
Ji aliyekî din ve heftiya derbasbûyî serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi Elî Babacan re civiyaye û li gora hinek medyayan Erdoxan soz daye wî ku postekî bilind bide wî. Li hemberî wê yekê ku ew jî dest ji damezirandina wê partiya nû berde. Lê ew hewil biser neketiye û Babacan razî nebûye.
 
Heya niha ne zelale ka wê ev hersê siyasetvanên Tirkiyê bi hevre partiyeke siyasî avabikin, yan wê Elî Babacan û Ebdula Gul bi tenê partiyekê damezirînin û Ehmed Dawidoglu jî bi serê xwe partiyeke cuda ava bike.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin