Alî Babacan ji AKPê îstifa kir: Xebateke nû ferz e!

Alî Babacan ji AKPê îstifa kir: Xebateke nû ferz e!

Wezîrê berê û yek ji endamê damezirîner ê AK Partiyê Alî Babacan ji endamtî û lijneya avakar a AKPê îstifa kir.

A+A-

Wezîrê berê û yek ji endamê damezirîner ê AK Partiyê Alî Babacan ji endamtî û lijneya avakar a AKPê îstifa kir.
Babacan di nav hewldana partiyeke nû de ye, demek berê bi Serokomar Erdogan re jî civiyabû û dosyeya xwe ya cudabûna ji partiyê pêşkeş kiribû.


Babacan bi daxuyaniyeke nivîskî îro duşemê ragihand, 'êdî despêkirina xebateke nû bûye ferzek ’ û got ku hem ji hêla aqlî hem jî ji hêla qelbî ji AKPê dûr ketiye.
Babacan da zanîn, “Ez û gelek hevalên min ji bo xebateke wiha ya mezin û dîrokî, xwe berpirsiyar dibînin… Pêkanîna xebatên me bi awayekî serbixwe û azad, xwedî girîngiyeke mezin e. Pêwîste di her mijarê de bi rûpelên nû dest bi kar bikin.”


Alî Babacan ragihand ku wî 8ê Tîrmeha 2019an dawî li endamtiya xwe ya AKPê aniye.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin