Albayrakî programa têkoşîna li dijî enflasyonê belav kir

Albayrakî programa têkoşîna li dijî enflasyonê belav kir

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê Berat Albayrakî, Bernameya Têkoşîna li dijî Enflasyonê belav kir. Bername, di ribaya krediyiyên bazirganî û hin berheman de ji %10 daxistinê bi xwe re tîne.

A+A-

Li gor ekonomîstan, vê bernameyê ji kampanyaya %10 daxistinê heta dawiya vê mehê, wirdetir tiştek bi xwe re neanî. Herwiha bandor li kurên dovîzan jî nekir ku nirxa wan daxe.

Li gor pisporan tu elaqeya vê bernameyê bi bernameyên ku berê bi ser ketibûn, nîne û wek belgenameya bêamadehî ya hêvîkirinan e.

Kompaniyên beşdarî civîna Albayrakî bûn ragihandin ew ê beşdarî kampanyaya ji % 10 daxistinê bibin. 

Li gor naveroka bernameyê, li markêtên zincîrî, di 50 berheman de ji % 10 daxistin dê were sepandin.Heke tiştên derasayî li cîhanê neqewime, heta dawiya vê salê, di kareb û xaza siruştî de zêdekirin wê neye kirin.Bankayan ji 1ê Tebaxê ve, di ribayan de ji %10 daxisitinê bisepînin.

Pispor û ekonomîstan jî dibêjin jixwe dawiya sala 2017an de bo karebayê ji % 40, bo xaza siruştî jî % %30 zêdekirin hatibû sepandin. Ji ber vê bername, tiştekî nû nasepîne û bi rêbazên polîsiyê, têkoşîn li dijî enflasyonê naye kirin û ev yek bandor li nirxên dovîzan jî nake û di dawiya vê bernameyê de em ê em ê dîsa dîmenên rêzên xwarinan û karneyan di destê xelkê de bibînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin