• Diyarbakır 2 °C
  • Batman 5 °C
  • Hakkari -5 °C
  • Şırnak 2 °C
  • Ağrı -2 °C

Al başe müşteri var!

Al başe müşteri var!
Nîhat Akar

Sal 1979, ez û çend hevalên min, piştê bûyereke li Mûşê qewimî, çûn Bedlîsê ku xwendina xwe ya lîsê temam bikin. Rojekê me biryara temaşekirina fîlmekê da û çûn sînemayê. Ez bi çûyîna xwe poşmam bûm. Fîlma seet û niv, sê seetan de qedîya. Ji ber ku, her carê muşterî dihatin, xortê karkir bi qêrîneke berz digot; ”Ûste al başe, müşteri var”.

Salên 70-80î de reqabetek pirr mezin di navbera partîyên me de hebû; ka kî ji me bêtir sosyalist e. Me hevûdu bi revizyonîstî oportinistî, heta cahş û xayînî tawanbar dikir. Herkes digot a herî baş a herî rast ez im. Kultura ezim-ez, tengnezarîya grubî, fetîşîzm û nihilîzm çavên me li hember hev sor kiribû. Piştî 30 salan, derket holê ku em hemû jî kêm-zêde weka hev bûn. Di esasa xwe de ferqek zêde navbera me de tunebû û li ser detayan me hevûdu dixwar.

Piştê 40 salî, mixabin sîyasetmedar û kesayetên Kurdîstanê, şerîta filma me, ber bi paş ve vekêşandin. Muşterîyên nuh hene! Munaqeşeyek bîlaheq, taybetî di sosyalmedya de destpêkirîye û dawî lê nayê. Weka 40 sal berê li şûna xwe de badanaj dikin. Nîqaşên li ser tifaqa hilbijartinê nimûneyek pirr baş e. Hilbijartin derfetek baş e, ku partîyên me Kurdan qet nebe, maf û azadîya milletê xwe bînin ziman û hewil bidin wan daxwazan bikin bernameyên partîyên ku dikevin hilbijartinan.

Cara ewil e, ku partîyên Kurdîstanî hatin cem hev û li ser daxwazên muşterek bloka kurdî ava kirin. Li şûna ku helwestên yek bi yek û yê bi qelsî bigrin, dest dan hev û pêk ve derketin holê.

Berpirsîyarîyeke baş û şanazîyeke girîng bû. Ev helwesta pozîtîf û bi prensîb bû sedema gengeşîyeke mezin. Dewsa ku li ser daxwazên bloka kurdî munaqeşe bikin, li gel kîjan partîyan re tifaq kirin, hate gengeşî kirin. Halbukî pirsa herî grîng ew bû, ku daxwazên xwe ya netewî û demokratîk têxin rojevê. Êdî kî bi erênî nêzîk bibe li gel wê tifaqa hilbijartinê bikin. Pirr normal e, ku mirov ji yên relevant dest pê bike. Ew jî HDP û Huda-Par bû.

Armanc di vê tifaqa awarte de qebûlkirina daxwazên miletê me bû. Turkiyeyî an Kurdistanî bûyîna partîyan ne gring bû. A girîng, li ser daxwazên Kûrdîstanî, yekrêzîya partîyên Kurdîstanî bû. Gava ewil tifaqa Kurdistanîyan bû. Paşê jî, tifaqa din yên muhtemel bû. Yên din tefarrûat bû. Lê mixabin munaqeşe dîsa li ser tefarrûatan çêbû.

Munaqeşeyên bê sewîye, sînemaya Bedlîsê anî bîra min. Gelo em çima bi tiştên biçûk ve mijûl dibin? Gotin bloka kurdi ji bona çend kursîyan Kurdistanê firotinê. Tu bêjî qey Kurdistan bin hikma me de ye. Kurdistan di bin destê dijmin de ye. Emê çawan carek din bifroşin wan! Welweleyek wisa derxistin ku qadirên partîyan jî kêşandin nav nîqaşên bilaheq. Hak-Par û partîyên din anîn hemberî hev.

Ev nexweşî ye. Do jî hebû, îro jî heye, ku jê re rehabîlîtasyon pêwîst e. Nexweşîyeke psîkolojîk e. Divê em giraniya xwe bidin pêşerojên xwe. Ji ders û tecrûbeyên paşerojê sûd wergirin, pêşerojek xweştir ava bikin. Min pirtûkek li ser psîkolojîyê xwendîbû, ku waha şirove kiribû:

Psîko-analîza Freud heye, ku giraniya xwe dide paşerojê. Amerîka, Latîn Amerîka, Asya û  Afrika vê yöntema Freud bi kar tînin.

Kognîtîv rehabîlîtasyon heye, ku giraniya xwe dide pêşerojê. Li Ewrûpayê ev metod bi kar tînin. Gora rêbaza kognîtîv, weke Freud dibêje divê tu ji tarîxa xwe sûd wergirî, lê ku tu li wir bimîne û benda çareserîya tiştên qewîmîye rawestî, nikarî pêşîya xwe bibînî.

Niha em kurd hêjî di nav gengeşîyên çûyî de mane û hevûdu di nav herîyê de digevizînin. Wekê pîlaqa xirabe her eynî tişt dibêjin. Loma jî nikarin xwe nûjen bikin, rengekî nuh bidin sîyaseta Kurdîstanê û wê sîyaseta xwe bi ehlaq û kultureke nû ve bihonînin.

Rodos 17/07/2018

Ev nûçe 2137 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din