Akşener nexşeya Kurdistana mezin bilind kir

Akşener nexşeya Kurdistana mezin bilind kir

.

A+A-

 

Seroka IYI Partiyê Meral Akşener nerazîbûn nîşanî wê pûla ku nexşeya Kurdistana mezin li ser bû û bi sedema serdana Papa Francis a bo Hewlêrê hatibû amadekirin da.

Meral Akşenere di civîna fraksiyona partiya xwe de li parlamentoya Tirkiyê wek nerazîbûn, du tablo bilind kirin ku yek ji wan ew pûl û ya din jî nexşeya Kurdistana mezin bû.

Akşenere di beşeke axaftina xwe de got, ““Ev qaşo nexşeya Kurdistanê ye. Di vê nexşeyê de çi heye? Ji xeynî Bakurê Iraqê, beşek ji Başûrê Rojhilatê Anadol û Rojhilatê Anadolê heye.”

Meral Akşener rexne li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan girtin û got, “Eger bê bîra we rêzdar Erdogan di hilbijartinên xwecihî de ji welatiyan re digot, waye Kurdistan li wê derê li Iraqê ye, eger ne bi dilê te ye biçe wê derê. Ji vê fam dikin, li gor birayekî din ê can bi cane rêzdar Erdogan, Kurdistan ne ewder e.”

Di dewama gotinên xwe de Akşener amaje bi serdana Serok Mesûd Barzanî ya ba Amedê kir û got, “Wate li gor Barzanî ku Erdogan li Diyarbekir şahî bo wî gerand, ya rast Rojhilatê Başûrê Anadolê Kurdistan e. Wiha diyar e hevbeşê wî yê biçûk jî ji niha û şûnde bi wê pulê name ji hevalê xwe yê li Îmraliyê re dişîne.”

Serokê IYI Partiyê dibêje, pêwîst bû berpirsên hikûmetê karvedanên tund li hember nexşeya Kurdistana mezin heba, lê Erdogan ti karvedaneke bi vî rengî nebû.

Wezareta Derve ya Tirkiyê roja Çarşembê 10ê Adara 2021ê daxuyaniyek derbarê wê pûlê de belav kir û dibêje: “Di nav wan pûlan de ku bi helkefta serdana Papa Francis bo Iraq hatine çapkirin, pûlek hatiye dîtin ku nexşeyeke têde ye û çend parêzgehên Tirkiyê jî li xwe girtiye. Tirkiyê ev yek wek şaşîtiyekê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve daye zanîn.”

Li aliyê din Wezîrê Veguhastin û Guhandinê Ano Cewher di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de diyar kir ku ew pûl ji aliyê çend dîzayner û hunermendan ve hatine amadekirin û ew dîzaynên destpêkê ne û hê bi awayekî fermî biryar li ser nehate dayîn, lê dema ku bi fermî biryar li ser were dayîn, ew dê ligel nivîsa Kurdî nivîsên bi zimanê Erebî, Sûryanî û Tirkmenî jî lê zêde bikin.

Herwiha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil jî ragihand, “Ew dîzayn dê bê hilbijartin ku li ser bingeha yasa û destûrê be” û got jî hunermendan hejmareke dîzaynan pêşkêş kirine lê wan hêj biryar li ser nedaye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin