AKP: Benda hilbijartinê dê bê daxistin

AKP: Benda hilbijartinê dê bê daxistin

.

A+A-

Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê ragihand ku dê benda hilbijartinê daxînin %7 an jî %5an.

Ev demek e li Tirkiyê gotûbêj li ser daxistina benda hilbijartinan hebûn û çend caran jî partiyên opozîsyonê daxwaz dikirin ku benda hilbijartinan bi temamî bê rakirin.

Li ser vê mijarê Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Hayatî Yazici di bernameyekî televîzyonî de ragihand ku ew niha kar li ser daxistina benda hilbijartinan dikin, lê ne diyar e ka wê %7 be, yan jî %5.

Hayatî Yazici diyar jî kir ku li ser asta cîhanê welatê ku herî zêde benda hilbijartinan lê bilind e, Tirkiye ye, lê eger hat û benda hilbijartinan bi temamî bê rakirin, wê demê dibe ku her kesek rabe û partiyekê ava bike.

Yazici got jî, ew hewil didin benda hilbijartinan daxînin astekî baş û niha jî li ser wê yekê kar dikin, lewra wê di navbera %5 heya %10 be. Lê dê benda hilbijartinan her bê daxistin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin