Akar û Albayrak li Amerîkayê ne

Akar û Albayrak li Amerîkayê ne

Wezîrê Berevanîya Tirkîyeyê Hulusî Akar got S-400an tenê bo parastina Enqere û Stenbolê ne. Wezîrê Xezînê û Darayê Berat Albayrak jî digel Serokê Amerîkayê Donald Trumpî civîya.

A+A-

Herdu wezîrên Tirkîyê Hulusî Akar û Berat Albayrak, bo gotûbêjkirina hin mijaran li Amerîkayê bi rayedaran ra civîyan. 

Di van hevdîtinan da, ji daxuyanîyan xuya dibe ku hewla bo asayîkirina têkilîyên Tirkîyê bi Amerîkayê ra hatîye danîn.

Wezîrê Berevanîyê Hulusî Akar, piştî civîneke digel rayedaran bersiv da pirsên rojnamevanan û li ser krîza S-400an jî peyaminan da. Akarî hewl da ku Amerîkayê qanî bike kirrîna S-400an bo sîstema NATOyê pengaveke xeternak nîne.

Akarî da zanîn ku sîstema berevanîyê ya S-400an, tenê dê bo parastina Enqere û Stenbolê werin bikaranîn lê F-35an jî wê li Meletî bêne bicihkirin, pevgrêdana van herdu sîstemên S-400 û ya NATOyê ne rast e û wisa pê da çû: "Em ê S-400an entegreyî sîstema F-35an nakin." Akarî herwiha got ew hêvî dikin pirsgirêkên di têkilîyên Tirkîye-Amerîkayê da dê werin çareserkirin.

Li alîyekî din Wezîrê Xezîne û Darayî Berat Albayrak jî bo veberdêran qanî bike ku veberhênanan li Tirkîye bikin gotarek pêşkêş kir û got bo veberhênanan li Tirkîyê bikin niha demeke gelekî guncaw e. Albayrak bi awayekî surprîz li Koşka Sipî digel Serokê Amerîkayê Donald Trump ra jî civîya.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin