Akar: Parastina mafên Tirkmenên Kerkûkê giring e

Akar: Parastina mafên Tirkmenên Kerkûkê giring e

.

A+A-

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Hulusî Akar bi amadebûna fermandarê giştî û fermandarên payebilind ên artêşa Tirk bi fermandarên yekîneyên leşkerî yên tirkiyê re civîneke online lidar xist û got “Parastina mafên Tirkmenên Kerkûkê ji bo me giring e.”

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de dibêje ku di civîna wan de operasyonên serbazî yên Tirkiyê li hundir û derveyî sînor hatiye nirxandin.

Derbarê peywendiyên li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de jî Hulusî Akar da zanîn ku operasyonên artêşa Tirkiyê li dijî PKKê li gel xurtkirina peywendiyên bi Bexda û Hewlêrê re berdewam in. Akar ragihand ku ji bo pêkanîna armancan divê ew li gel Iraqê xebatên xwe zêde bikin da ku asayîşa herêmê were parastin.

Hulusî Akar li ser vê yekê wiha got "Em peywendiyên xwe bi Hewlêr û Bexdayê re bi awayekî avaker û rêzdar dimeşînin. Em ji bo geşedanên erênî hewl didin. Divê em bi hev re bigihîjin armancê. Ev rê ji bo dabînkirina ewlehiyê hem ji bo birayên me yên Iraqî û hem jî ji bo me ye. Em ê li vir mil bi mil xebatên xwe bidomînin."

Akar der barê geşedanên li Kerkûkê de nirxandinan kir û got, "Ji bo me parastina maf û qanûnên tirkmenên Kerkûkê gelekî girîng e. Em geşedanên li wê derê ji nêz ve dişopînin."

Akar bal kişand ser bûyerên dawî yên li Behra Reş û wiha dewam kir "Em hewl didin ku aramî li Deryaya Reş pêk were. Em dixwazin çalakiyên li herêma Deryaya Reş li gorî hiqûqa navneteweyî, bêyî ku bibe sedema alozî û mezinbûna bûyeran, di çarçoveya peyman û rêgezên ku me li hev kiriye de berdewam bike.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Akar bal kişand ser bûyerên dawî yên li Behra Reş û wiha dewam kir "Em hewl didin ku aramî li Deryaya Reş pêk were. Em dixwazin çalakiyên li herêma Deryaya Reş li gorî hiqûqa navneteweyî, bêyî ku bibe sedema alozî û mezinbûna bûyeran, di çarçoveya peyman û rêgezên ku me li hev kiriye de berdewam bike.

Di vê mijarê de ez van nêrînan ji hemû muxatabên me re radigihînim. Hêviya me ew e ku aloziya di navbera Rûsya û Ukraynayê de, aloziya di navbera NATO û Rûsyayê de bi rê û rêbazên aştiyane di zûtirîn dem de were çareserkirin û aramî, aştî û aramî pêk were. Ji ber ku heta niha me her cure alîkarî dane, di vî warî de çi ji destê me bê em ê bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin