Akar: Hêzên me dê herdem li “herêma ewle” bimînin

Akar: Hêzên me dê herdem li “herêma ewle” bimînin

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê radigihîne, wan çawa li Başûrê Kurdistanê dikin, ewê hezên xwe bi awayekî daîmî li Rojavayê Kurdistanê bicih bikin.

A+A-

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar di derbarê rêkeftina wan bi Amerîka re ya derbarê “herêma ewle”  de di daxuyanoyekê de got, rêkeftina herêma ewle bi awayekî giran birêve diçe û Amerîka ne jidil kar dike.

 

Her wiha ragihand, hêzên wan her wekî Başûrê Kurdistanê bicih bûne, ewê li Rojavayê Kurdistanê jî bicih bibin û ev hewildana wan dê bi kûrahiya 30 - 40 K.M be, heger Amerîka wek daxwazên wan tevnegere, plana wan ya leşkerî amade ye.

 

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê diyar kir jî, ew hêzên asayişa herêmî yên li şûna YPGê dê werin avakirin, ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin û pêwist e hêzên hevbeş bêne avakirin.

 

Da zanîn, li gor hevdîtinan bi Amerîka re, ewê gav bi gav hêzên xwe yên bejayî li ser xaka Sûrîyê, baregehên çavdêrîyê ava bikin û leşkeran bicih bikin.

 

Tekez kir jî, ewê bê cudahî penaberên Sûrî li herêma ewle bi cih bikin.

 

Ev daxuyaniya Hulusî Akar di demekê de ye, duhî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan mohleta 2 hefteyan da Amerîkayê, heger encamekê ji herêma ewle bidest nexin, dê dest bi bicihkirina pilana xwe bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin