Akar: Divê em vekişandina YPGê bibînin

Akar: Divê em vekişandina YPGê bibînin

Hulusî Akar diyar kir derbarê paşve vekişandina YPG û jinavbirina hinek kozikên wan de agahî hene, lê ew dixwazin ku hemûya bi çavên bibînin."

A+A-

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li ser vekişandina şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji hin deverên sînorî yên ligel Bakurê Kurdistanê axivî û got ku zanyarî hene YPG ji hinek deveran vekişiya lê em dixwazin ji vê yekê piştrast bin.

 

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar bi boneya 97emîn salvegera serkevtina artêşa wî welatî li hemberî hêzên Yûnanistanê ligel Sererkan Tirkiyê Yaşar Guler serdana goristana dewletê kir. Akar piştre pirsên rojnamevanan bersivand.

 

Hulusî Akar diyar kir derbarê paşve vekişandina YPG û jinavbirina hinek kozikên wan de agahî hene, lê ew dixwazin ku hemûya bi çavên bibînin."

 

Akar herwiha da zanîn ku duh di çarçoeya qonaxa yekem de bi beşdariya fermanderên Amerîkî 2 helîkopterên Tirkiyê û 2 helîkopterên Amerîkayê li rojhilatê Firatê ji bo navçeya aram çavdêrî kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin